Elmanya wê birçîtiya li Ûkraynayê ya salên 1930’î wek komkujî qebûl bike

Elmanya, wê birçîtiya li Ûkraynayê ya serdema Stalîn a salên 1930’î wek komkujî qebûl bike.

Elmanya wê pêşnûmeya biryarê ya ji bo qebûlkirina birçîtiya li Ûkraynayê wek komkujî ya ji ber şerê Rûsya yê berpêyî Ûkraynayê, erê bike.

Pêşnûmeya ji aliyê partiyên hikûmetê SPD, Kesk û FDP û mixelefeta mihafizekar CDÛ û CSÛ’yê hat pêşkêşkirin, wê roja Çarşemê ya bê li Bûndesttanga binbeşê parlamentoyê bê niqaşkirin.

Tê diyarkirin ku ji ber birçîtiya salên 1932 û 1933’an a serdema Sovyêtan 3 mîlyon û nîv Ûkraynaniyan jiyana xwe ji dest dane. Ûkraynayî, ji ve birçîtiyê re dibêjin ‘’Holodomor’’ ku tê wateya ‘’tunekirina bi birçîhiştinê’’. Wê serdemê di çarçoveya kolektîfkirina erdan de Sovêtan dest daye ser debra xelkê.

Di pêşnûmayê de wiha te gotin: ‘’Gava mirov li perspektîfa heyî dinêre, mirov bi eşkere dibîne ku komkujî ye.’’

Parlamenterê jîngehparêz Robîn Wagner, got ku pênasekirina Holodomorê wek komkujî, nîşaneyeke hişyarkirinê ye. Wagner îdia kir ku Serokê dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn parçeyekê kevneşopiya zilmkar a Stalîn e.’’

Rûsya pênasekirina Holodomorê wek komkujî, red dike. Lewma di birçîtiya salên 1930’î ku li Yekîtiya Sovyêtan xist de ne bi Ûkraynayî lê Rûs, Kazak, Elmanên Volga û gelên din jî jê bi bandor bûn.