Li Efganistanê li medreseyekê teqîn: Herî kêm 16 kes mirin

Li bajarê Aybakê yê li bakurê Efganistanê, li dibistaneke quranê teqînek pêk hat. Herî kêm 16 kes mirin.

Rayedarên nexweşxaneyê diyar kirin ku roja Çarşemê li dibistaneke quranê teqînek çêbû û herî kêm 16 kesan jiyana xwe ji dest dan, 24 kes jî birîndar bûn.

Doktorekî nexweşxaneyê ku nexwest navê xwe eşkere bike ji AFP'ê re got, "Qurbanî hemû zarok in, mirovên ji rêzê ne."

Heta niha kesî berpirsyariya êrîşê li xwe negirtiye. Lê belê piştî ku Talîban di Tebaxa 2021'ê de bû desthilatdar, ji hingî ve çeteyên DAÎŞ'ê li hemberî hindikahiya Şîa Hazara û gelek komkujî kirin. Mizgeft, dibistan û medrese ji hedefên DAÎŞ'ê ne.