Li Pakistanê êrîşa xwekujî: 3 mirî, 23 birîndar

Li rojavayê Pakistanê li hemberî polîsên ku li ber tîma derzîkirina zarokan bû, êrîşeke xwekujî hate kirin. Herî kêm 3 kes mirin, 23 kes jî birîndar bûn.

Li navenda rêveberiya Eyaleta Belûcistanê li Kettayê, rayedarekî polîsan ê payebilind diyar kir ku li hemberî qemyoneke polîsan a bi tîma tenduristiyê re digeriya, êrîşeke xwekujî hate kirin.

Rayedarên xwecihî diyar kirin ku di vê êrîşa xwekujî de herî kêm 3 kes mirine, 23 kes jî birîndar bûne.

Talîban a Pakistanê (Tehrîk-î Talîban Pakistan -TTP) berpirsyariya êrîşê li xwe girt.

Piştî ku agirbesta TTP'ê di meha Hezîranê de ragihandibû di 28'ê Mijdarê de xera bû, êrîş pêk hat.

Di serî de TTP gelek komên olperest ên radîkal bi salan e li hemberî kedkarên tenduristiyê yên ku derziya li dijî felca zarokan dikin û hêzên ewlekariyê êrîşan dikin.

Li gorî medya Pakistanê ji sala 2012'an û vir ve di serî de li eyaleta Hayber Pahtûnhvayê, zêdeyî 70 kedkarên tenduristiyê yên derziya li hemberî felca zarokan dikirin, hatin kuştin. Civaka Pakistanê ya muxafazakar bi guman nêzî vê derziyê dibin. Li vî welatê ku gotegot û teoriyên komployê zû belav dibe, tê îdîakirin ku derzî komployeke dewletên Rojavayî ye ji bo zarokên Misilman sêr bike.

TTP'ê 28'ê Mijdarê daxuyaniyek da û bangeke bi vî rengî li endamên xwe kir: "Li herêmên cuda li dijî mucahîtan operasyonên leşkerî dewam dikin. Li her devera welêt divê em êrîşan bikin."