SIPRI: Şîrketên çekan hîn bêhtir firotin

Li gorî rapora Enstîtuya Lêkolînên Aştiyê ya Stockholmê (SIPRI), 100 şîrketên çekan ên herî mezin, firotina çekan di asta ji sedî 1,9 de zêde kirine.

Di rapora SIPRI de hate ragihandin ku 100 şîrketên çekan ên hreî mezin, di sala 2021'ê de bi 592 milyar dolarî çek û cebilxane firotine. Ev rêje li gorî sala 2020'î tê wateya zêdebûna ji sedî 1,9 a firotina çekan.

Li gorî raporê di nava 100 şîrketên herî mezin ên çekan ên cîhanê de 2 şîrketên Tirk jî hene. Hate ragihandin ku van şîrketan; Aselsan û Aerospace dis ala 2021'ê de bi giştî bi 3 milyar û 400 milyon dolarî çek firotine.

Ji 100 şîrketên mezin 27 jê şîrketên Ewropî ne ku li gorî sala 2020'î van şîrketan jî ji sedî 4,2 firotina çekan zêde kirine. Bi gotineke din, şîrketên Ewropî bi 123 milyar dolarî çek firotine.

Di nava pênc şîrketên herî mezin Lockheed Martin, Raytheon Technologies, Boeing, Northrop Grumman û General Dynamics de tenê Raytheonê firotina çekan zêde kir.

DYE bi firotina çekan a bi buhayê 299 milyar dolarî di asta navneteweyî de zêdeyî nîvê çekan difiroşe.

Heyşt şîrketên herî mezin ên çekan ên Çînî di sala 2021'ê de bi buhayê 109 milyar dolarî çek firotin.