Li Misrê mûmyayên bi zimanê zêr hatin dîtin

Arkeologên li Misrê mûmyayên ku zimanên wan hatî jêkirin û li şûna vê pêlên zêr ên bi şeklê zimanan hatiye bi cih kirin, keşif kirin.

Di sala 2021’ê de lêkolînerên ku li herêma Qewaisna ya Misrê dixebitîn, hestiyê serê mirovekî dîtin ku di devê wî de pelê zêr yê bi şeklê zimanan hebû. Piştî lêkolînên di navbera salên Bz 300 û Pz 640’an de li heman herêmê mûmyaya zilamek, jinek û zarokek hate dîtin ku li şûna zimanê wan pelên zêr hebûn.

Pispor di wê baweriyê de ne ku ji bo mirî bi  xwedayê Misrê yê kevnar Osîrîs re biaxivin di dema mûmyakirinê de zimanên wan hatine jêkirin û li şûna vê pêlên zêr ên bi şeklê zimanan bi cih kirin e.

Serokê beşa arkeolojiyê ya Misrê Dr. Ayman Ashmawî diyar kir ku di encama lêkolînan de derktiye holê ku goristan di sê serdemên cuda de hatine bikaranîn.

Ev qad cara yekem di sala 1989’an de hatiye keşif kirin û di lêkolînên di navbera salên 1989 û 2000’an de avahiyên aîdê serdema Ptolemaîk û Roma ên salên Bz 300 û Pz 640 hatibûn dîtin.