Xwarziya Hamaney a ku got ‘Rejîma kujer’ hat girtin

Ferîde Mûrathanî ya xwarziya Rêberê Olî yê Îranê Alî Hamaney, bi hinceta ku bertek nîşanê zextên li ser çalakiyên protestoyî daye, hat girtin.

Ferîde Mûrathanî ya keça xwişka Rêberê Olî yê Îranê Alî Hamaney, li Îranê bi bertekên xwe yên li dijî cezayê bidarvekirinê jî tê naskirin.

Xwişka Hamaney neçar maye ku sala 1980’î bi malbata xwe re koçê Iraqê bike.

Bavê Ferîde Mûrathanî Şêx Tehranî, meha Cotmehê koça dawî kir. Dema ku Şêx Tehranî berê mixelefê şah bûye, piştre bûye yek ji mixelefên Komara Îslamê ya Îranê.

Birayê Ferîde Mûrathanî Mahmûd Mûrathanî bi parvekirina li ser Twîtterê, diyar kir ku xwişka wî roja Çarşemê piştî ku îfade daye buroya dozgeriyê hatiye girtin.

Mahmûd Mûradhanî, dîmenek a ku Ferîde bertek nîşanê zexta li ser Îranî û nekirina dengê xwe ya civaka navneteweyî daye, li ser Yoûtûbe parve kir.

Ferîde Mûradhanî di dîmen de wiha dibêje: “Gelên azad, bi me re bin! Ji hikûmetên xwe re bibêjin ku piştgiriyê nedin vê rejîma kujera zarokan (…) Ev rejîm ne girêdayê rêgezên olî ye û ji bo ku wek desthilatdar bimîne, tenê dizane bi zordariyê bi rê ve bibe.” Nehat diyarkirin ku dîmen kengê hatiye girtin.

Xwarziya Alî Hamaney, Mûradhanî ji ber ku hevjîna Şah ê ku di sala 1979’an de ji aliyê Şoreşa Îslamê ve hat xistin, silav li Farah Dîba kir ku destpêka sala 2022’an de hat destgîrkirin.

Li gorî rêxistinên mafên mirovan Ferîde Mûradhanî rû bi rûyê xeteriya mayîna di girtîgehê de bi 15 salan e.

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, ji 16’ê Îlonê û vir ve, tevgereke gel heye ku mîna wê nehatiye dîtin.

Navê “Şoreşa jin jiyan azadî” li protestoyên ku piştî qetilkirina jina Kurd a ciwan Jîna Emînî dest pê kir, hat kirin.

Li gorî rêxistinên mafên mirovan, zêdeyî 400 kes hatine qetilkirin û di navbera 15-30 hezar kes hatine girtin.