Di erdheja Endonezyayê de hejmara miriyan 250 derbas kir

Ji ber erdheja bi dijwariya 5,6 pileyî ya roja Duşemê li grava Cava ya Endonezyayê rû da, hejmara miriyan derket 252'yan.

Rayedaran ragihand ku li bajarê Cianjurê ku herî zêde ji erdhejê bandor bûye, li gorî bîlançoya nû hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane derket 252’yan, 31 kes winda ne û zêdetirî 300 kes jî birîndar bûne.

Gumana ku bîlanço girantir bibe heye. Navenda erdhejê li nêzî bajarê Cianjur e.

Endonezya ku di nav Xeleka Agir a Pasîfîkê de cih digire, pir caran bi erdhej û teqînên volkanîk ên pêk tên, dikeve rojevê.

Sala 2018 'an li grava Sulawesî erdhejeke bi dijwariya 7,5 pileyî rû da û bû sedema tsûnamiyê, li bajarê Palu xist. Di encamê de 4 hezar û 300 kesan jiyana xwe ji dest dan an jî winda bûn.

Di sala 2006’an de li girava Cava erdhejek bi pileya 6,3 pêk hatibû û di encamê de 6 hezar kesan jiyana xwe ji dest dabûn û bi deh hezaran kes jî birîndar bûbûn.

Di sala 2005’an de erdheja bi pileya 8,7’an ku li peravên Sumatrayê pêk hatibû, zêdetirî 900 kesî jiyana xwe ji dest dabûn.