Ji her şeş zarokan yek jê di nav şer de mezin dibe

Li gorî raporek a saziya parastina zarokan Save the Chîldrenê, ji her şeş zarokan yek; ango nêzê 450 milyon zarok li herêmên bi şer mezin dibin.

Li gorî lêkolînekê, bi milyonan zarok ji şer û tundûtûjiyê bi bandor dibin. Li gorî rapora Save the Chîldren a saziya parastina zarokan ku roja Çarşemê weşand, sala çûyî li seranserê cîhanê ji her şeş zarokan yek herêmeke bi şer mezin bûye. Li gorî lêkolînek a ku bi hevkariya enstîtuya lêkolînên aştiyê ya navenda Osloyê tê birêvebirin, Yemen, Efxanistan û Komara Kongo ya Demokratîk, ji bo zarokan welatên herî bi xetere ne.

Li gorî lêkolînê, jê 230 milyon zarokên ku li herêmên bi xetere dijîn, bi giştî 449 milyon zarokên keç û xort li herêmên bi şer dijîn. Herêmên ku salê zêdeyî hezar mirov ji ber şer lê jiyana xwe ji dest didin, weke herêmên herî xeternak tên qebûlkirin.

Dîrektorê Îcrayê ya Save the Chîldren Florîan Westphal got ku her roj zarokên keç û kur yan tên kuştin, yan birîndar dibin û yan jî tên îstismarkirin. Westphal îşaret pê kir ku encamên tirsnak ên fizîkî û derûnî yên vê hovîtiyê hene û bang kir ku divê li dijî sûcên ku li dijî zarokan tên kirin, kes bêdeng nemîne.

Di raporê de sûcên weke revandina mirovan, şideta zayendî û êrîşên li ser dibistan û nexweşxaneyan jî heye. Sala borî 24.515 curên sûcên li dijî zarokan hatin destnîşankirin. Ev rêjeya herî kevin a van 5 salên dawîn e. Lê li gorî Save the Chîldrenê ji ber ku li van herêmên ku bi bandor dibin, xwegihandin zor û zehmet e, sûcên bi vî awayî bi piranî nayên zanîn.

Li gorî rapora ku daneyên Neteweyên Yekbûyî û lêkolînerên aştiyê tê de hatine analîzkirin, sala 2021’ê zarokên herî zêde ku li herêmên bi şer dijîn, bi 180 milyonan zarokên keç û kur ên li Efrîkayê ne. Asya di rêza duyemîn de ye (152 milyon zarok), piştre Emerîka (64 milyon zarok) û Rojhilata Navîn (49 milyon zarok).

Hat ragihandin ku sala borî li Ewropayê 19 milyon zarok li herêmên şer mezin bûne.