Kolombiya, bi serhildêrên çekdar ELN’ê re ji bo aştiyê careke din rûdine

Hat ragihandin ku hevdîtinên aştiyê yên di navbera dewleta Kolombiyayê û rêxistina çep a gerîla ELN’ê de ku di sala 2019'an de hatibûn rawestandin, wê roja Duşemê li Caracas a paytexta Venezûelayê dest pê bikin.

Rêveberiya Kolombiyayê ya ku di sala 2016'an de bi Hêzên Çekdar ên Şoreşger ên Kolombiyayê (FARC) re peymana aştiyê îmze kir, wê bi ELN'ê re careke din hevdîtinên aştiyê bike.

Gustavo Petro yekem serokkomarê çepgir ê welêt ku di hilbijartina serokkomariyê ya 7’ê Tebaxê ya li Kolombiyayê de bi ser ketibû, soz dabû ku bi ELN’ê re hevdîtinên aştiyê pêk bîne.

Komîserê Bilind ê Aştiyê yê Kolombiyayê Danîlo Rueda û endamê heyeta aştiyê ya ELN'ê Pablo Beltran li ser hesabên xwe yên medyaya civakî daxuyanî dan û diyar kirin ku hevdîtin wê roja Duşemê piştî nîvro li Karakasê dest pê bike.

Hevdîtinên aştiyê ku Venezûela, Kuba û Norwêc garantorê wê ne, yekem car di Cotmehê de hatibû ragihandin.

Serokdewletê Venezûelayê Nîcolas Madûro jî got, "Venezûela qebûl dike ku bibe garantorê muzakereyên Kolombiyayê û peymanên aştiyê yên bi ELN'ê re. Ji bo aştiya Kolombiyayê tişta ji destê me bê em ê bikin."

Li gorî pisporan, hewldanên muzakereyê yên beriya niha di navbera hikûmeta Kolombiya û ELN'ê de, ku zêdeyî 2 hezar endamên xwe hene û tê texmînkirin xwe bi rêbazên weke bazirganiya narkotîkê, madenkariya derveyî qanûnî û revandinê ve tê fînansekirin, ji ber belavbûna hêzan û helwestên radîkal ên li nava rêxistinê, bi pêş ve neçûne.

Piştî êrîşa rêxistinê ya sala 2019'an a li dijî dibistaneke polîsan 22 kes mirin, ji aliyê Serokkomarê wê demê Ivan Duque ve hevdîtin hatin rawestandin.