Elmanya amadekariya rawestandina dersînorkirina Îraniyan dike

Li Elmanyayê, wezîrên karên hundir ên eyaletan roja Duşemê di civînekê de ragihandin ku Elmanya biryar daye dersînorkirinên welatiyên Îranê bên sekinandin.

Wezîrê Karên Hundir ê Eyaleta Bavyera Joachîm Herrmann diyar kir ku piştî kuştina Jîna Emînî li Îranê xwepêşandan hatine lidarxistin û wezîran li hev kirine ku 'di prensîbê de heta fermaneke din neyê dersînorkirin neyê kirin.’

Herrmann serokatiya Konferansa Wezîrên Karên Hundir dike, ku wê roja Çarşemê ji bo civîna asayî ya rayedarên payebilind ên ewlekariya federal û herêmî yên Elmanyayê bicive.

Wezîr diyar kir, biryara dersînorkirinê tenê dema mijar kesên xetere û sûcdarên giran be, wê li ber çavan bê girtin.