NY: Arash Sadeghî û girtiyên nexweş divê bêne berdan

Rayedarên Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku ew ji rewşa tenduristiyê ya parêzvanê mafên mirovan Arash Sadeghî bi fikar in ku li girtîgeheke Îranê tê girtin û bang kir, ku Sadeghî û girtiyên din ên nexweş tavilê bêne berdan.

Arash Sadeghî ku ji ber karên xwe yên li ser mafên mirovan gelek caran hate girtin, di 20'ê Cotmeha 2022'an de ji ber sedemeke nediyar careke din hate girtin. Sadeghî li navendeke destgîrkirinê ya Wezareta Îstîxbatê tê girtin ku, weke koxûşa bi hejmara 209'an a li Girtîgeha Evîn tê naskirin. Hate ragihandin ku heyşt saetan lêpirsîn li Sadeghî hatiye kirin û wezîfedarên ewlekariyê zext lê kirine.

Arash Sadeghî ku bi kansera hestî ye, ji meha Cotmehê dema girtinê û vir ve dermanê pêwîstiyê pê dibîne, jê ra nayên dayin.

Sadeghî yekemcar di sala 2009'an de hatibû girtin û ji hingî ve gelek caran hate destgîrkirin û girtin. Di sala 2013'an de bi sûcdariya ewlekariya neteweyî 19 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn. Beriya niha dema hate girtin, Arash Sadeghî ji ber girtina kêfî ya hevjîna xwe û şert û mercên nebaş ên girtinê, ketibû greva birçîbûnê.

Sadeghî piştî girtîmayina pênc sal û şeş mehan, di Gulana 2021'ê de ji Girtîgeha Rajaeî Shahr a li Karajê hatibû berdan.

Rayedarên Neteweyên Yekbûyî (NY) xwestin, ku di serî de Sadeghî girtiyên bi nexweşiya giran ên lni girtîgehên Îranê bêne berdan.

Pisporên Neteweyên Yekbûyî gotin, "Gelek îdîa gihîştin me ku dibêjin, li navendên girtinê yên li Îranê êşkence û kiryarên xerab têne kirin. Dema ku van îdîayan li ber çavan digirin, bi taybetî girtiyên ji aliyê tibî ve rewşa wan krîtîk e û ji dermankirinê bêpar têne hiştin, em ji rewşa tenduristiyê ya girtiyên nexweş bi fikar in."