Li Endonezyayê erdhej: Herî kêm 56 kesan jiyana xwe ji dest dan

Hate ragihandin ku di erdheja bi pileya 5,6 ya ku li girava Cava ya Endonezyayê pêk hat de, herî kêm 56 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Di daxuyaniyê Waliyê Eyaleta Cava ya Rojava Ridwan Kamîl de wiha hate gotin: "56 kesan jiyana xwe ji dest dane û zêdetirî 700 kes jî birîndar bûne."

Erdheja vê Duşemê bi pileya 5.6 pêk hat. Li gorî medyaya herêmî di erdhejê de cihên kar, nexweşxaneyek û stargeheke Îslamî zirareke mezin dîtine.

Hate ragihandin li bajarê Cianjurê banê gelek avahiyan hilweşiyane. Yek ji berdevkê rêveberiya Cianjur ji AFP'ê re axivî û got: "Bi sedan û heta bi hezaran xanî xera bûne."

Navenda erdhejê li nêzî bajarê Cianjur e.

Endonezya ku di nav Xeleka Agir a Pasîfîkê de cih digire, pir caran bi erdhej û teqînên volkanîk ên pêk tên, dikeve rojevê.

Sala 2018 'an li grava Sulawesî erdhejeke bi dijwariya 7,5 pileyî rû da û bû sedema tsûnamiyê, li bajarê Palu xist. Di encamê de 4 hezar û 300 kesan jiyana xwe ji dest dan an jî winda bûn.

Di sala 2006’an de li girava Cava erdhejek bi pileya 6,3 pêk hatibû û di encamê de 6 hezar kesan jiyana xwe ji dest dabûn û bi deh hezaran kes jî birîndar bûbûn.

Di sala 2005’an de erdheja bi pileya 8,7’an ku li peravên Sumatrayê pêk hatibû, zêdetirî 900 kesî jiyana xwe ji dest dabûn.