Îranê dest bi hilberandina ûranyûma ji sedî 60 dewlemendkirî kir

Dewleta Îranê ragihand ku li navenda Fordoyê dest bi hilberandina ûranyûma ji sedî 60 dewlemendkirî kiriye.

Li Îranê ku ji 16'ê Îlonê ve gel li ser piyan e, dewletê ragihand ku dest bi hilberandina ûranyûma dewlemendkirî kiriye, ku di ser rêjeya ji sedî 3.67 de ye ku di peymana nukleerî de hatiye destnîşankirin.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Îsnayê, li navenda Fordo ya Îranê hilberandina ûranyûma ji sedî 60 dewlemendkirî hatiye kirin.

Peymana nukleerê ya ku di navbera Îranê û dewletên rojavayî de sala 2015'an li Viyanayê hate îmzekirin, ji bo pêşîgirtina li çêkirina bombeya atomê ya Îranê hate kirin. Îran vê sûcdariyê red dike.

Îranê di Nîsana 2021'ê de jî ragihandibû ku li navenda Natanzê ji sedî 60 ê ûranyûm hatiye dewlemendkirin. Ji bo hilberandina bombeya atomê pêwîstî bi ûranyûma ji sedî 90 dewlemendkirî heye.