Li Endonezyayê metirsiya ji ber Volkana Semeru zêde bû

Li Endonezyayê ji ber metirsiya Volkana Semeru hişyarî hate dayîn.

Navenda Kêmkirina Afatên Jeolojîk û Volkanolojiyê (PVMBG) asta alarma Çiyayê Semerû ji asta seyem derxist asta çarem.

Berdevka PVMBG Hendra Gunawan ji Kompas TV re axivî û got: “Ev yek cihên niştecihêbûnê dixe xeteriyê û volkan zêde dibin.”

Çiyayê Semeru li rojhilatê grava Cavayê cih digre û 3 hezar û 676 metre bilind e.

Heta niha ti ziyanên canî negihişt. Lê Hendra Gunawan bang li şêniyan kir ku herî kêm 8 kîlometre dûrî kraterê bimînin.

Herî dawî salek berê jî ji ber teqîna Volkana Semeru herî kêm 51 kes jiyana xwe ji dest dabû. Piştî teqînê nêzî 10 hezar kes neçar man ku malên xwe biterikînin.

Li Endonezyayê nêzî 130 volkanên çalak hene.