'Êrîşên Tirkiyeye metirsî ye li ser xelkê herêmê û binpêkirina serweriya Iraqê ye'

Berdevkê Operasyona Hevbeş ên Iraqê Tehsîn Xefacî bal kişand ser metirsiya êrîşên Tirkiye ya li ser xaka Iraqê û got, ev vekirî binpêkirina serweriya axa Iraqê ye û metirsiyê li ser jiyana xelkê herêmê dike.

Her çendî helwest û daxuyaniyên dijî êrîşên dagirkeriyê ya dewleta Tirk hebe jî, lê di warê kiryar de heta niha gavek şênber nehatiye avêtin.

DESTE HATIYE AVAKIRIN, LÊ BÊDENG E

Her di vê çarçoveyê de berî niha li Parlementoya Iraqê Desteyek ya ji bo lêkolînkirina çekên kîmyewî û qedexe ya dewleta Tirk li Herêmê Başûrê Kurdistanê bikar aniye lêkolîn bike, lê heta niha ti dengek ji vê desteyê derneketiye. 

‘VEKIRÎ BINPÊKIRINA SERWERIYA IRAQÊ YE’

Berdevkê Operasyonên Hevbeş ên IraqêTehsîn Xefacî li ser êrişên dewleta Tirk ên li ser Herêma Kurdistanê û Iraqê ji Rojnewsê re axivî û destnîşan kir domandina êrîş û bomberdûmanan a li ser Herêma Kurdistanê, bi vekirî binpêkirina serweriya xaka Iraqê ye. 

‘METIRSÎ LI SER JIYANA XELKÊ ME YE’

Tehsîn Xefacî anî ziman ku divê rêz ji serweriya Iraqê re bê girtin û got: “Tirkiye bi domdarî êrîşên xwe dike, ev vekirî binpêkirina serweriya welatê me ye. Metirsî li ser jiyana xelkê me ye.”

BAFIL TALABANÎ: EM NABIN ALÎKARÊ TI ÊRÎŞKARIYÊ, DIXWAZIN VÊ MIJARÊ ÇARESER BIKIN

Serokê Yekîtiya Nîştiman a Kurdistan YNK’ê, Bafil Talebanî ji Irak Oîl re axivî bal kişand ser êrîşên dagirkeriyê yên Tirkiye û Îranê. Telebanî êrîşên Tirkiye û Îranê şermezar kir û got: “Em dixwazin çareseriyek ji bo vê yekê bibînin. Em ti carî ji bo êrîşî ser Kurdan were kirin rê xweş nakin û nabin alîkar. Ne karê me ye, em di êrîşan de alîkariya kesê bikin. Jİ bo parastina sînorên navbera Îran û Herêma Kurdistanê de tenê lîwayek heye, me vê mijarê bi serokwezîr û Wezîrê Karê Hindir re axiviye. Wan jî soz dane hê zêdetir kontrola sînoran bikin.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku herî dawî 2’yê Kanûnê balafirên şer ên Tirk li gundê Gelale ya ser bi Şarbajêr bombe li komeke welatiyên diçûn giyayên peyîzî kom dikirin bûn hedefa bombeyan û Ezîz Mihemed Resûl jiyana xwe ji dest dabû û 5 kes jî birîndar bûbûn.

Her wiha 20’ê Tîrmeha 2022’an li Seyrangeha Perex a Zaxoyê dewleta Tirk bombe li geşyarên Ereb barandibû jin û zarok jî di nav de 9 sivîl hatibûn qetilkirin û bi dehan kes jî birîndar bûbûn.