Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê 73 roj in xwepêşandan dewam dikin

Hêzên dewleta Îranê ji bo çalakiyên protestoyî yên li dehan bajaran bi taybet li Rojhilatê Kurdistanê bitepsîne, revandin, gefxwarinên tund û girtin zêde kirine. Lê belê xwepêşandan dewam dikin.

Piştî qetilkirina jina ciwan a Kurd Jîna Emînî ku di 16’ê Îlonê de li Tehranê ji aliyê polîsên exlaqî ve hat qetilkirin, tevgereke gel a bêhempa pêk tê.

Çalakî her roj bi şêweyên cuda tên lidarxistin. Di 28’ê Mijdarê de li bajarên Sine û Abdanan ên Rojhilatê Kurdistanê ciwan careke din daketin qadan û çalakiyan li dar xistin.

Her wiha li hin zanîngehên Rojhilatê Kurdistanê bi taybet li bajarê Sine tevî zextan jî xwepêşandana xwendekaran dewam kirin.

Hêzên dewletê li gelek bajaran bendan danîn û xwepêşander destgîrkirin û pêla girtinê da destpêkirin.

Hate zanîn ku li bajarê Sine 4 kesên ji heman malbatê bi navên Afaq, Şemsê, Parwîz û Xesrew hatine girtin.

Şoreş Niknam ku di nava kesên di xwepêşandanên bajarê Mehabadê de jiyana xwe ji dest dabû, bi beşdariya dehan kesî li gundê Qelauxe hate definkirin.

Xwendekarên zanîngehê li gelek bajarên Îranê çalakiyên xwe berdewam kirin. Li hin deverên paytext Tehranê jî çalakiyên cuda hatin lidarxistin.

Greva ku ji aliyê hin karker û ajokaran ve li bajarê Kirmaşanê yê Rojhilatê Kurdistanê û li bajarên Îranê yên weke Îsfehan, Şîraz, Kaşan û Bender Ebas hatibû destpêkirin, didome.

4 sendîkayên teqawîtbûyî jî piştgirî dan çalakiyan û xwestin dawî li cihêkariya zayendî ya li welêt bê anîn, hemû girtî tavilê bên berdan û kesên êşkence li çalakgeran kirine bên girtin û darizandin.

Sendîkayên teqawîbûyî diyar kirin ku, ger hêzên rejîmê guh nedin daxwazên xwepêşanderan û êrîşên xwe berdewam bikin, hişyarî dan ku wê gel li dijî tundiyê bê bersiv nemîne.

Li gorî bîlançoya Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ya beriya hefteyekê, ji 16’ê Îlonê ve herî kêm 416 kes ku 51 ji wan zarok in, hatine qetilkirin.

Çavkaniyên din ên dijber diyar kirin ku çalakiyên protestoyî heta niha li 277 bajaran belav bûne û zêdetirî 600 kes hatine qetilkirin. Di malpereke muxalîf de lîsteyek navê 541 kesên hatine qetilkirin, hat weşandin.