Li Qûdsê teqîn: Kesek mir, 15 kes jî birîndar bûn

Li Qûdsê, li rawestgehên otobusê du teqîn pêk hatin. Kesekî jiyana xwe ji dest da, 15 kes jî birîndar bûn.

Li gorî polîsên Îsraîlê, li rawestgeheke otobusê ya Qûdsê di teqîna destpêkê de 12 kes birîndar bûn ku rewşa 2 ji wan giran bû. Piştre li rawestgeheke din teqînek çêbû û xisareke mezin li otobusekê bû. Li gorî tîmên alîkariya lezgîn di teqîna duyemîn de 3 kes birîndar bûn.

Hate ragihandin ku yek ji birîndaran jiyana xwe ji dest da. Polîsan teqîn weke 'êrîşê' pênase kirin.

Piştî êrîşên mehên Adar û Nîsanê, Îsraîlê zêdeyî 2 hezar carî ji hewayê ve bombe li Şerîa Rojava barand. Li gorî Neteweyên Yekbûyî di van êrîşan û şerê piştre de herî kêm 125 Fîlîstîniyan jiyana xwe ji dest dan.

HAMASÊ LI XWE NEGIRT, LÊ SILAV KIR

Hamas a ku li Şerîda Gazzeyê serwer e, bi daxuyaniyekê êrîşên li Qûdsê li xwe negirt, lê belê silav kir. Hamasê diyar kir ku êrîş 'bedêla sûc û êrîşên' Îsraîlê yên li hemberî gelê Fîlîstînê ye.