Guterres: Mirovahî li hemberî xwezayê veguherî çeka tunekirinê

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres beriya civîna COP15'ê di merasîmekê de ya li Montrealê axivî û diyar kir ku mirovahî xwezayê wekî çopê bi kar tîne.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku mirovahî xwezayê wekî çopê bi kar tîne û got: “Mirovahî bûye çeka tunekirinê.”

Axaftina Serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau ya li merasîma li Montrealê ji ber çalakiya nûnerên gelên xwecihî ji bo çend deqeyan hate qutkirin. Nêzî 10 çalakger pankarta bi nivîsa “Qirkirina xwecihî = Qetlîama xwezayê” vekirin. Hin kesên li salonê bi çepikan piştgiriyê dan çalakiyê. 

Pirsgirêkên mezin ên civîna COP15 hene. Ji aliyekî ve, tunebûna bi mîlyonan cure û axên bi bereket, li aliyê din jî qirêjî û germbûna gerdûnî xirabûna okyanûsan bileztir dike.

Berhemên kîmyewî, plastîk û qirêjiya atmosferê ax, av û hewayê ber bi tunebûnê re dibe û her wiha şewitandina enerjiyên fosîlan dibe sedema germbûna kûrewî, şewata daristanan, hişkesalî û lehiyan. 

Di navbera 7 – 9’ê Kanûnê de nêzîkî 200 welat ji bo ku xwezayê peymanek deh salî îmze bikin û bi vî rengî ji tunebûna girseyî ya şeşemîn ji holê rakin li hev bicivin. 

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Guterres got: “Em îro bi xwezayê re ne di nava hevsengiyekê de ne, lê berevajî vê yekê ne.”

Her wiha Guterres bal kişand ser bandora vê rewşê li ser kar, birçîbûn, nexweşî û mirinê.