CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Şamê bi şîrketa Çînî re peymaneke razemeniyê ya ji 20 salan mohr kir
Rêveberiya Giştî ya Ragihandina Deryayî û Bejahî ya hikumeta Şamê ragihand ku bi şîrketeke Çînî re peymaneke razemeniyê ya ji bo 20 salan mohr kiriye. -
Fransayê mîsyona NATO’yê ya li Iraqê dewr girt
Sergenaralekî Fransî hukimraniya mîsyona NATO’yê ya li Iraqê dewr girt. Ev yek weke nîşaneya hevkariya stratejîk a Parîs û Bexdayê hate pênasekirin. -
Îsraîl ji bo 14 taxên Xezeyê fermana valakirinê da!
Artêşa Îsraîlê ji bo 14 taxên bakurê Şerîda Xezeyê ku kampa Cibaliyê ya penaberan jî di nav de ye, fermana valakirinê da. -
DYE û Îran wê roja Înê bicivin
Hate ragihandin ku 5’emîn hevdîtina DYE û Îranê ya têkildarî bernameya nukleerê ya Tehranê wê di 23’yê Gulanê de li Romayê pêk were. -
Li Washingtonê du xebatkarên sefaretxaneya Îsraîlê hatin kuştin
Li nêzî Muzeya Yahûdî ya li Washingtonê, du xebatkarên sefaretxaneya Îsraîlê hatin kuştin. Kesekî gumanbar hate girtin. -
Li Hindîstanê serokê serhildana Maoîst a nîv sedsalî hate kuştin
Wezîrê Karên Hundir ê Hindîstanê Amît Shah ragihand ku sekreterê giştî yê Partiya Komunîst a Hindîstanê-Maoistê Nambala Keshav Rao (bi navê xwe yê din Basavaraju) hatiye kuştin. -
Mahmoud Abbas li Beyrûtê ye: Rojev bêçek hiştina kampên Fîlîstînê ye
Serokê Dewleta Fîlîstînê Mahmoud Abbas ji sala 2017’an ve cara ewilî ji bo serdaneke fermî, çû paytexta Lubnan Beyrûtê. -
Li Awûstralyayê di 24 saetan de bi qasî 4 mehan baranê lê kir
Başûrrojhilatê Awûstralyayê ji 19’ê Gulanê roja Duşemê û ve lehî radibe. -
Îranê berpirsyarê êrîşa li ser sefaretxaneya Azerbaycanê darve kir
Meqamên dadgeriyê yên Îranê ragihandin ku berpirsyarê êrîşa kujer a Çileya 2023'an ali Tehranê ya li ser sefaretxaneya bilind a Azerbaycanê hatiye darvekirin. -
Hindistan û Pakistanê biryar dan ku leşkerên xwe paşve bikşînin
Hindistan û Pakistanê piştî rageşiya leşkerî ya li Keşmîrê rû da li hev kirin ku "heta dawiya Gulanê" leşkerên zêde yên li ser sînorê xwe bi cih kirine vekişînin. -
Êrîşên Îsraîlê nasekinin: 44 kesên din hatin kuştin
Rêxistina Parastina Sivîl a Şerîda Xezeyê roja Sêşemê daxuyaniyek da û diyar kir ku artêşa Îsraîlê êrîşên leşkerî giran kiriye û di bombardûmanên nû de herî kêm 44 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Li Fransayê di salekê de 855 bêmal jiyana xwe ji dest dan
Li Fransayê di sala 2024’an de 855 kesên bêmal li kolanan jiyana xwe ji dest dan. -
Li Asyaya Navîn di meha Gulanê de germahî gihîşt 40°C
Welatên Asyaya Navîn vê biharê bi pêla germahiyek dijwar re rû bi rû man. -
WHO: Li Xezeyê 2 milyon kes bi mirina ji ber birçîbûnê re rû bi rû ne
Dîrektorê Giştî yê Rêxistina Tenduristiya Cîhanî (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesus di daxuyaniyekê de bal kişand ser xelaya li Şerîda Xezeyê. -
Rûsyayê karên Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî qedexe kir
Rûsyayê saziya mafên mirovan a navneteweyî Amnesty International weke 'rêxistina nayê xwestin' ragihand û karên vê rêxistinê yên li Rûsyayê qedexe kir. -
Netanyahu: Em ê Şerîda Xezeyê tev bixin bin kontrola xwe!
Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu, ragihand ku Îsraîl wê "hemû herêmên" Şerîda Xezeyê bixin bin kontrola xwe. -
Ji Netanyahu ji bo Xezeyê peymana bi şert
Serokwezîrê Îsraîlê Bnyamîn Netanyahu, ragihand ku ew ji bo şerê li Xezeyê dewam dike, ji peymanê re vekirî ne. Lê pêşî hin şert danîn. -
Li DYE’yê ji ber bahozê herî kêm 21 kes mirin
Eyaletên Kentuckc û Missouri yên li beşên navîna Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) cih digirin, rû bi rûyê bahozên tund ma. Li gorî daxuyaniyên rayedaran, herî kêm 21 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Li Hindistanê agir bi avahiyekê ket: Herî kêm 17 kes mirin
Rayedarên Hindistanê diyar kirin ku li bajarê Haydarabad ê li başûrê welêt roja Yekşemê agir bi avahiyekê ket û herî kêm 17 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Li Xezeyê di bombardûmanê de herî kêm 33 kes hatin qetilkirin
Hate ragihandin ku roja Yekşemê li Şerîda Xezeyê di êrîşên Îsraîlê de herî kêm 33 kes hatin kuştin. -
Hamaney bang li DYE’yê kir ku Rojhilata Navîn biterikîne
Lîderê Olî yê Îranê Ayetullah Alî Hamaney di demeke ku têkildarî bernameya nukleerê ya Îranê navbera Îran û DYE’yê hevdîtin tên kirin de, bang li DYE’yê kir ku Rojhilata Navîn biterikîne. -
Artêşa Îsraîlê ragihand ku fermandarê Hîzbûllahê kuştiye
Artêşa Îsraîlê roja Şemiyê daxuyanî da û ragihand ku di êrîşa hewayî ya li ser herêma Mezraat Cemcim a li başûrê Lubnanê de, fermandarekî Hîzbûllahê hatiye kuştin. -
Îsraîlê êrîşên li Xezeyê berfireh kir: Di sê rojan de nêzî 300 kes mirin
Artêşa Îsraîlê roja Şemiyê daxuyanî da û ragihand ku li Xezeyê dest bi “êrîşên berfireh” kiriye. Di 3 rojên dawî de nêzî 300 kes hatin qetilkirin. -
Konseya Ewropayê: Li Xezeyê bi qestî birçîbûn tê ferzkirin
Konseya Ewropayê têkildarî polîtîkayên Îsraîlê yên li ser Xezeyê daxuyaniyeke tund da û diyar kir ku li herêmê bi qestî stratejiya birçîhiştinê tê meşandin. -
Li ser Xezeyê bombardûmana giran: 3 rojan herî kêm 274 kes mirin
Li Şerîda Xezeyê hejmara qurbaniyên ji ber êrîşên hewayî yên Îsraîlê zêde dibe. Di nava 3 rojan de zêdeyî 270 kesî jiyana xwe ji dest dan.