Êrîşên Îsraîlê nasekinin: 44 kesên din hatin kuştin

Rêxistina Parastina Sivîl a Şerîda Xezeyê roja Sêşemê daxuyaniyek da û diyar kir ku artêşa Îsraîlê êrîşên leşkerî giran kiriye û di bombardûmanên nû de herî kêm 44 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Berdevkê saziya alîkariya lezgîn Mahmûd Bassal ji AFP'ê re axivî û anî ziman ku li herêmên cuda yên Şerîda Xezeyê bi şev ji saet 01:00 û pê ve gelek êrîş hatin kirin û piraniya wan jin û zarok herî kêm 44 kesan jiyana xwe ji dest dan, bi dehan kes jî birîndar bûn.

Rayedarê parastina sivîl a li Fîlîstînê Mûhammed El Mugayyir jî ragihand roja Duşemê li Şerîda Xezeyê 91 kes hatin kuştin.

Roja Yekşemê jî li herêmên cuda yên Şerîda Xezeyê di bombardûmana Îsraîlê de piraniya wan zarok herî kêm 50 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.

Li Şerîda Xezeyê ku ji aliyê Hamasê ve tê birêvebirin, li gorî Wezareta Tenduristiyê şeva Şemiyê zêdeyî 100 kesî di êrîşan de jiyana xwe ji dest dan.

Roja Duşemê Îsraîlê ragihand ku dixwazin temamiya Şerîda Xezeyê bixin bin kontrola xwe.

Serokwezîrê Îsraîlê got, "Şer giran e, em bi pêş ve diçin. Em ê temamiya Xezeyê kontrol bikin" û diyar kri ku artêşê li Şerîda Xezeyê dest bi 'operasyonên bejahî yên berfireh' kiriye.

Fransa, Elmanya, Îngilistan û Kanada jî di nav de 22 welatan bi daxuyaniyeke hevpar ji Îsraîlê xwestin ku alîkariya tam bi Xezeyê jinûve bide destpêkirin.

Lîderên Fransa, Îngiliz û Kanadayî hişyarî dan hikumeta Îsraîlê ku li hemberî 'çalakiyên qirêj' ên li Xezeyê wê 'vala nesekinin'.

Serokê operasyonên alîkariya mirovî ya Neteweyên Yekbûyî roja Duşemê diyar kir ku destûr hatiye dayin ku 9 qemyonên ji alîkariya mirovî ya Neteweyên Yekbûyî derbasî Şerîda Xezeyê bibin.