CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Îsraîl bi şev bi tankan kete nava Xezeyê
Artêşa Îsraîlê ragihand ku doh bi şev ji bo 'operasyonên diyarkirî' bi tankan ketiye nava bakurê Xezeyê. -
Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê: Herî kêm 6 hezar û 546 kes hatin kuştin
Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Hamasê ragihand ku ji 7'ê Cotmehê û vir ve di bombardûmana Îsraîlê de herî kêm 6 hezar û 546 kes hatine kuştin. -
Li Yemenê Bahoz: Herî kêm 2 kes mirin, 10 hezar kes ji cihên xwe bûn
Li başûrê rojavayê Yemenê bahozeke tropîkal çêbû û bû sedema mirina 2 kesan û zirareke mezin. Nêzî 10 hezar kes jî ji cihên xwe bûn. -
Roja 19'an a şerê Îsraîl-Hamasê: Bombardûman dewamdike, 80 kes mirin
Artêşa Îsraîlê şeva derbasbûyî jî bombardûmaneke giran li Xezeyê kir. Li gorî Hamasê herî kêm 80 kes mirin. Li Lubnanê jî alozî mezin dibe. -
Di êrîşa Îsraîlê de 8 leşkerên Şamê hatin kuştin
Hêzên Hewayî yên Îsraîlê êrîş birin ser nuqteyên hêzên Şamê yên li başûrê Sûriyeyê. Di encamê de 8 leşkerên Şamê hatin kuştin. -
Li gorî Hamasê hejmara miriyan bû 5 hezar û 791
Wezareta Tenduristiyê ya hikûmeta Hamasê ragihand ku di bombebaranên Îsraîlê de 5 hezar û 791 kes mirine. -
Li Kongoyê koma girêdayî DAÎŞ’ê herî kêm 20 sivîl qetil kirin
Hêzên Demokratîk ên Muttefîk (ADF) a girêdayî DAÎŞ’ê li rojhilatê Komara Kongoyê ya Demokratîk êrîşî sivîlan kir û herî kêm 20 sivîl hatin qetilkirin. -
Li Xezeyê doh bi şev jî bombardûmaneke giran hate kirin
Arteşa Îsraîlê tevahiya şevê Şerîda Xezeyê bombebaran kir. Li gorî Hamasê 140 kes mirine. -
Hat îdiakirin derhênerê Îranî Mehrcûyî ji aliyê baxçevanê xwe ve hatiye kuştin
Hat îdiakirin ku derhênerê Îranî Daryûş Mehrcûyî ji aliyê baxçevanê xwe yê berê ve hatiye kuştin -
Li Xezeyê hejmara kuştiyan ji 5 hezarî derbas bû
Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Hemasê ku Xeze di dest de ye, eşkere kir ku di encama bombebarana Îsraîlê de heta bi niha zêdeyê du hezarî zarok, bi tevahî 5 hezar 87 kesan jiyana xwe ji dest daye. -
Li Fransa û Belçîkayê çar zarokên ‘xwe amadeyê êrîşê dikir’ hatin girtin
Hat diyarkirin ku li Fransa û Belçîkayê çar zarokên ‘’xwe amadeyê êrîşê kiriye’’ hatine girtin. -
Di bombebarana bi şev a Îsraîlê de herî kêm 60 kesan jiyana xwe ji dest dan
Hat ragihandin ku Îsraîlê bi şev Şerîda Gazzeyê daye ber bombeyan û ji ber bombardûmanê herî kêm 60 kesan jiyana xwe ji dest dane. -
Baregeha Eyn el Esad a DYE'yê careke din bû hedefa êrîşê
Baregeha Eyn el Esad a Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ya li bajarê Enbarê bi 3 fuzeyan bû hedefa êrîşekê. -
Li Nepalê bi mezinahiya 6.1 pileyî erd hejiya
Li herêma Dadîng a Nepalê bi mezinahiya 6.1 pileyî erd hejiya. Têkildarî encamên erdhejê agahî bi dest neketin. -
Li Gazzeyê hejmara miriyan gihişt 4 hezar û 385’ê
Wezareta Tenduristiyê ya Gazzeyê bîlançoya dawî eşkere kir. Li gorî bîlançoyê di encama êrîşên Îsraîlê yên ji 7’ê Cotmehê û vir ve dewam de 4 hezar û 385 Filîstînî hatin kuştin. -
Di navbera Tûnis û Îtalyayê de peymana koçberiyê
Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Tûnisê, di mijara birêvebirina herikîna koçberan a bê rêk û pêk de bi Îtalyayê re peymana hevkariyê hat îmzekirin. -
Şerê Îsraîl-Gazzeyê di roja 15’emîn de ye: Alîkariyên mirovî derbas bûn
Di roja 15’emîn a şerê Îsraîl û Hamasê de, alîkariyên mirovî ketin Gazzeyê. Bîlançoya şer jî her roja ku derbas dibe, girantir dibe. -
Bîlançoya 14 rojan a Xezeyê: Herî kêm 4 hezar û 137 kes mirin
Wezareta Tenduristiyê ya hikûmeta Hamasê ragihand ku ji 7ê Cotmehê ve herî kêm 4 hezar û 137 Filistînî ji ber bomberdûmanên Îsraîlê jiyana xwe ji dest dane. -
Elmanya bi dizî neftê ji Rûsyayê dikire
Li gor medyaya Elman, ji bo xebitandina refîneriya Berlîn pê sotemeniya xwe peyde dike, bi dizî neftê ji Rûsyayê dikire. -
Bi fuzeyan êrîş li baregeha Emerîkî ya li Bexdayê hate kirin
Bi fuzeyan êrîş li baregeha leşkerî ya Emerîkî hate kirin ku li nêzî balafirgeha paytexta Iraq Bexdayê ye. -
Şerê Îsraîl-Gazzeyê di roja 14'emîn de ye
Di şerê Îsraîl-Hamasê de hejmara miriyan ji 5 hezarî derbas kir. Destûr hate dayin ku alîkariya mirovî ji deriyê sînor ê Refahê derbasî Gazzeyê bê kirin. Îsraîlê ragihand ku wê li ser sînorê Lubnanê bajarokekî vala bike. -
Li Sûdanê hejmara kesên birçî dimînin du qat zêde bûye
WHO û UNICEF'ê ragihand ku li Sûdanê ku şerê di navbera generalan de ev 6 mehên dawîn welat ber bi kaosê ve biriye, hejmara malbatên birçî dimînin di nava salekê de du qat zêde bûye. -
DYE’yê pêkanînên li ser Venezûelayê sivik kirin
Li Venezûelayê desthilat û muxelefetê li ser hilbijartinên serokkomariyê li hev kir. Piştî vê yekê Emerîkayê pêkanînên xwe yên li ser petrol û gazê sekinandin. -
Şerê Îsraîl-Gazzeyê: Nêzî 5 hezar kes mirin, dibe ku şer bi mehan dewam bike
Li Gazzeyê ku di bin dorpêçiya Îsraîlê de ye krîza mirovî giran dibe. Ji herdu aliyan nêzî 5 hezar kes mirin. Li gorî texmînên Îsraîlê şer dibe ku bi mehan dewam bike. -
Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê: Di êrîşa li ser nexweşxaneyê de herî kêm 471 kes mirin
Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê ragihand ku di êrîşa li ser nexweşxaneyê de herî kêm 471 kes mirin.