Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê: Herî kêm 6 hezar û 546 kes hatin kuştin
Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Hamasê ragihand ku ji 7'ê Cotmehê û vir ve di bombardûmana Îsraîlê de herî kêm 6 hezar û 546 kes hatine kuştin.
Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Hamasê ragihand ku ji 7'ê Cotmehê û vir ve di bombardûmana Îsraîlê de herî kêm 6 hezar û 546 kes hatine kuştin.
Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Hamasê diyar kir ku ji 7'ê Cotmehê dema destpêkirina şer û vir ve li Şerîda Xezeyê herî kêm 6 hezar û 546 kes hatine kuştin.
Hate ragihandin ku ji kesên hatine kuştin herî kêm 2 hezar û 704 ji wan zarok in. Wezaretê diyar kir ku 17 hezar û 439 kes jî birîndar bûne.
Li gorî bîlançoya ku roja Çarşemê hate eşkerekirin hejmara kuştiyan di nava 24 saetan de herî kêm bi 750 kesî zêde bûye.
Li aliyê din nêzî 600 hezar kes ên li Xezeyê ji cih û warê xwe bûne, li 150 navendên Saziya Penaberiyê ya Fîlîstînî ya Neteweyên Yekbûyî (UNRWA) hatine bicihkirin.
'HETA NIHA 43 ENDAMÊN HÎZBÛLLAHÊ HATINE KUŞTIN'
Di vê navberê de şerê navbera Îsraîl û Hîzbûllahê jî dewam dike. Hîzbûllahê ragihand ku li gundê Hreybe yê Bekaayê 4 şervanên wan hatine kuştin.
Ji 7'ê Cotmehê dema destpêkirina şer û vir ve hejmara şervanên Hîzbûllahê yên hatin kuştin bû 43 kes.