Li Xezeyê hejmara kuştiyan ji 5 hezarî derbas bû
Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Hemasê ku Xeze di dest de ye, eşkere kir ku di encama bombebarana Îsraîlê de heta bi niha zêdeyê du hezarî zarok, bi tevahî 5 hezar 87 kesan jiyana xwe ji dest daye.
Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Hemasê ku Xeze di dest de ye, eşkere kir ku di encama bombebarana Îsraîlê de heta bi niha zêdeyê du hezarî zarok, bi tevahî 5 hezar 87 kesan jiyana xwe ji dest daye.
Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê roja Duşemiyê da, ji roja Îsraîlê dest bi êrîşan li Xezeyê kiriye, 2 hezar 55 jê zarok herî kêm 5 hezar û 87 kesan jiyana xwe ji dest da.
Hikumeta Hemasê diyar kir ku ji 7’ê Hemasê ta bi niha herî kêm 15 hezar û 273 kes birîndar bûne.
ALÎKARIYA DIGIHÎJE XEZEYÊ NE BES E
Hemasê li ser hesabê xwe yê Telegramê jî daxuyanî da, bang li welatên Ereb û Neteweyên Yekbûyî kir ku li dijî polîtîkaya birçîhiştinê ya dagirkeriyê hewila vekirina rêyeke mirovî ya mayînde zêde bikin.
Hemasê her wiha da xuyakirin ku alîkariya digihîje Xezeyê pir kêm e û alav û amûrên dermanên nexweşxaneyê li herêmên dor lê hatiye girtin qediyaye. Nan û derman û sotemenî bi destê gel nakeve.
Xaça Sor got rast e ku karwanekê alîkariyê yê din gihîştiye Xezeyê û da zanîn hewcedarî bi alavên tibî yên sereke heye.
Nûnerê Polîtîka Derveyîn a Yekitiya Ewropayê Joseph Borrell bang kir ku ji bo alîkarî bêhtir û zûtir bigihîje û bê belavkirin agirbest bê ragihandin.