Li Nepalê bi mezinahiya 6.1 pileyî erd hejiya
Li herêma Dadîng a Nepalê bi mezinahiya 6.1 pileyî erd hejiya. Têkildarî encamên erdhejê agahî bi dest neketin.
Li herêma Dadîng a Nepalê bi mezinahiya 6.1 pileyî erd hejiya. Têkildarî encamên erdhejê agahî bi dest neketin.
Navenda Sîsmolojiyê ya Nepalê bi daxuyaniyekê ragihand ku danê sibehê bi pileya 6.1 erdhejek li devera Dadîng a li rojavayê paytexta Nepalê Katmenduyê pêk hat.
Hate ragihandin ku piştî erdhejê welatî ji malên xwe derketin, lê heta niha zerer û ziyanên canî û madî nehatiye zanîn.
Hêjayî gotinê ye ku di sala 2015’an de li Nepalê erdhejek bi hêz rû da û di encamê de zêdetirî 4 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan û ziyanek mezin a madî çêbû.