DYE’yê pêkanînên li ser Venezûelayê sivik kirin
Li Venezûelayê desthilat û muxelefetê li ser hilbijartinên serokkomariyê li hev kir. Piştî vê yekê Emerîkayê pêkanînên xwe yên li ser petrol û gazê sekinandin.
Li Venezûelayê desthilat û muxelefetê li ser hilbijartinên serokkomariyê li hev kir. Piştî vê yekê Emerîkayê pêkanînên xwe yên li ser petrol û gazê sekinandin.
Berpirsê Istixbarata Darayî û Terorîzmê ya Wezareta Xezîneyê ya Emerîkayê Brian Nelson daxuyanî da û got: "Li gor polîtîkaya pêkanînan a DYE’yê û ji ber geşedanên demokratîk ku çê bûne, Wezareta Xezîneyê wê bihêle ku Venezûela karê xwe li ser petrol û gazê, karê xwe yê li ser zêran bike.’’
17’ê Cotmehê hikûmeta Venezûela û mixelefet li hev rûnişt û li hev kir ku nîveka duduyan a sala 2024’an hilbijartin ji bo serokkomariyê çê bibe.
Di belgeyê de ku perçeyekê pêvajoya guftûgoyê ye ku bi hêsankariya Norwecê, li Barbadosê hatiye îmzekirin, şandeya Serokê Dewletê Nicolas Maduro û mixelefet pêşniyaz dikin hilbijartina serokkomariyê li salnameya destûra bingehîn nîveka duduyan a sala 2024’an çê bibe.