Li Xezeyê doh bi şev jî bombardûmaneke giran hate kirin
Arteşa Îsraîlê tevahiya şevê Şerîda Xezeyê bombebaran kir. Li gorî Hamasê 140 kes mirine.
Arteşa Îsraîlê tevahiya şevê Şerîda Xezeyê bombebaran kir. Li gorî Hamasê 140 kes mirine.
Şerê ku bi êrîşa berfireh a Hamasê ya di 7'ê Cotmehê de li dijî Îsraîlê destpê kir, roj bi roj girantir dibe.
DI ÊRÎŞÊN ŞEVÊ DE 140 KES MIRIN
Bomberdûmanên Îsraîlê tevahiya şevê dewam kirin. Li gorî nûçeya AFP'ê ku xwe dispêre çavkaniyên Hamasê, di êrîşên şeva navbera Duşem û Sêşemê de 140 Filistînî mirin, bi sedan kes birîndar bûn û bi dehan xanî hilweşiyan.
ÎSRAÎL DIBÊJE EW DIXWAZE HAMASÊ TASFIYE BIKE
Êrîşên li ser herêma ku 2,4 milyon Filistînî lê dijîn û ji ber dorpêça ku Îsraîlê di 9’ê Cotmehê de dabû destpêkirin ji xwarin, av û ceyranê bêpar in, bi taybetî di van rojên dawî de zêde bûne. Artêşa Îsraîlê şeva Yekşemê ragihand ku wan "zêdetirî 320 hedefên leşkerî xistine’ ku di nav de binesaziya Hamas û hevalbendê wê Cîhada Îslamî jî hene.
Serfermandarê Îsraîlî Herzî Halevî şeva Duşemê di vîdyoyekê de ku di X’ê de hat weşandin, got, "Em dixwazin Hamasê - rêberên wê, baskê wê yê leşkerî û mekanîzmayên wê yên operasyonê bi tevahî hilweşînin."
Li Şerîda Xezeyê ji 7’ê Cotmehê heta niha hejmara miriyan 5 hezarî û hejmara birîndaran jî 15 hezarî derbas kir. Li eniya Îsraîlê jî zêdetirî 1400 mirî hene. Bi sedan kes di destê Hamasê de dîl tên ragirtin. Hamas êvara Duşemê du dîl serbest berdan. Kesên ku dîl hatin girtin rakirin nexweşxaneyeke Tel Avîvê.
ALÎKARÎ KÊM E
Alîkariya navneteweyî ji roja Şemiyê û vir ve di ser Misrê re derbasî Gazzeyê tê kirin. Karwaneke sêyem roja Duşemê ji sînorê Refeh derbas bû ku tekane deriyê derbasbûna Xezeyê ye ku ne di bin kontrola Îsraîlê de ye.
Her çend Neteweyên Yekbûyî got ku rojane herî kêm 100 kamyon alîkarî hewce ne jî, bi tevahî nêzî pêncî kamyon di sê rojan de karîbûn bikevin hundir.
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ku ji bo derbasbûna alîkariyê erêkirina Îsraîl û Misrê wergirt, roja Yekşemê di daxuyaniyekê de got ku "Ji niha û pê ve wê alîkarî bi awayekî berdewam derbas bibe.” Lê belê li gorî Nûnerê Bilind ê Polîtîkayên Derve yê Yekîtiya Ewropî Josep Borrell, ji bo belavkirina alîkariyê "bêhtir alîkarî, bileztir" û "sekinek mirovahî" (agirbest) hewce ye.
ENIYA LIBNANÊ
Li eniya Libnanê jî pevçûn zêdetir dibin. Hizbullah ragihand ku 3 şervanên wan yên nû hatine kuştin. Partiya Şîî jî ragihand ku hêzên hewayî yên Îsraîlê her wiha "3 êrîş" li ser herêmên Kfarkila, Wazzanî û Aytarun ên li başûrê Libnanê pêk anîne. Lê belê, ti agahiyên din nehatin dayîn.
Li gorî Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM) li Libnanê ji ber zêdebûna pevçûnên li ser sînorê di navbera artêşa Îsraîlê û Hîzbullahê de zêdeyî 19 hezar kes koçber bûne. Herêma sînor a li aliyê Îsraîlê jî hat valakirin.
Roja Duşemê di saetên sibê de aramiyeke bêîstiqrar serwer bû, piştî nîvro li gelek herêmên cuda li ser sînorê başûrê Libnanê bûyerên nû qewimîn.
Derdora bajarokên Rmeîch, Bani Hayyan û Talluse bû hedefa artêşa Îsraîlê. Herêma Îbad Îsraîl û bajarokê Kiryat Shmona ya li hemberî bajarokê Houlayê bi taybetî ji aliyê Hizbullahê ve hatin hedefgirtin.
Ji aliyê artêşa Îsraîlê ve jî hat ragihand ku wan dronek û 2 ‘yekîneyên’ ku ji xaka Libnanê derketine, bi taybetî li herêmên Çiyayê Dov û Mattatê bêbandor kirine. Tundiya pevçûnên roja Duşemê li gorî dawiya hefteyê pir kêmtir bû.