Di navbera Tûnis û Îtalyayê de peymana koçberiyê

Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Tûnisê, di mijara birêvebirina herikîna koçberan a bê rêk û pêk de bi Îtalyayê re peymana hevkariyê hat îmzekirin.

Peyman 20'ê Cotmehê roja Înê di dema serdana Wezîrê Karên Derve yê Îtalyayê Antonîo Tajanî de li Tûnisê hate îmzekirin.

Peymana sê salan bi girêdayî projeyên ku ji aliyê Plana Piştevaniya Neteweyî ve (Pnrr) ve hatine fînansekirin, wê destûr bide ku salê 4 hezar karkerên Tûnûsî yên kalifiyeyê di çarçoveya peymamên îstihdamê yên li Îtalyayê de bixebitin.

Di mutabaqata bi îmzeya Tajanî û hempîşeyê wî yê Tûnisî Nabîl Ammar de tê hedefkirin ku li dijî koçberiya bê rêk û pêk û bazirganiya mirovan bê girtin û her wiha zêdekirina derfetên kar ên karkerên Tûnisî yên xwedî wesf li Îtalyayê zêde bin.

Li gorî hejmarên herî dawî di 19’ê Cotmehê de hatin nûkirin, ji serê salê û vir ve herî kêm 14 hezar û 837 koçberên bê rêk û pêk yên bi eslê xwe Tûnisî hatine Îtalyayê.