Li Gazzeyê hejmara miriyan gihişt 4 hezar û 385’ê
Wezareta Tenduristiyê ya Gazzeyê bîlançoya dawî eşkere kir. Li gorî bîlançoyê di encama êrîşên Îsraîlê yên ji 7’ê Cotmehê û vir ve dewam de 4 hezar û 385 Filîstînî hatin kuştin.
Wezareta Tenduristiyê ya Gazzeyê bîlançoya dawî eşkere kir. Li gorî bîlançoyê di encama êrîşên Îsraîlê yên ji 7’ê Cotmehê û vir ve dewam de 4 hezar û 385 Filîstînî hatin kuştin.
Wezareta Tenduristiyê ya Gazzeyê ya di bin kontrola Hamasê de roja Şemiyê daxuyanî da û ragihand ku di encama şerê di navbera Hamas û Îsraîlê de ji 7’ê Cotmehê û vir ve herî kêm 4 hezar û 385 Filîstînî hatin kuştin.
Li gorî wezaretê di navbera kesên hatin kuştin de, 1.756 zarok û 967 jin hene. Her wiha hat ragihandin ku di bombebaranan de li Filîstînê herî kêm 13 hezar û 561 kes birîndar bûne.
GÛTERRES: JI BO DAWÎ LI VÊ KABUSÊ WERE, DIVÊ EM BIKEVIN NAVA TEVGERÊ
Li aliyê din ji Sekreteriya Giştî ya NY’ê Antonîo Gûterres di “Lûtkeya Aştiyê” de ku li Qahîreyê hat lidarxistin, axivî. Gûterres banga “agirbesta mirovî” li Îsraîl û Hamasê kir û got: “Ji bo dawî li vê kabusê were, divê em bikevin nava tevgerê.”
Sibeha şemiyê 20 TIR ji Misirê derbasî Gazzeyê bûn. Sekreteriya Giştî ya NY’ê diyar kir ku ev hejmar têrê nake.
Sekreteriya Giştî ya NY’ê ji 2.4 milyon Gazzeliyan 100 TIR xwest û got: “Pêwîstiya Gazzeliyan bi hîn zêdetirê heye. Pêwîstî bi sewqiyateke mezin a alîkariyê heye.”