Şerê Îsraîl-Gazzeyê: Nêzî 5 hezar kes mirin, dibe ku şer bi mehan dewam bike
Li Gazzeyê ku di bin dorpêçiya Îsraîlê de ye krîza mirovî giran dibe. Ji herdu aliyan nêzî 5 hezar kes mirin. Li gorî texmînên Îsraîlê şer dibe ku bi mehan dewam bike.
Li Gazzeyê ku di bin dorpêçiya Îsraîlê de ye krîza mirovî giran dibe. Ji herdu aliyan nêzî 5 hezar kes mirin. Li gorî texmînên Îsraîlê şer dibe ku bi mehan dewam bike.
Serokên Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) û Misrê diyar kirin ku alîkariya însanî ya Fîlîstîniyên li Şerîda Gazzeyê li bendê ne, dibe ku ji Misrê ji Deriyê Sînor ê Refahê bê derbaskirin.
Misrê roja Pêncşemê ragihand ku di ser deriyê sînor ê Refahê re destûr dane ku alîkariya mirovî ya 'mayinde' derbasî Şerîda Gazzeyê bê kirin.
Bi sedan qemyonên alîkariyê li ber deriyên herêma Fîlîstînê parkkirî ne.
Berpirsyarê Rewşa Lezgîn a Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî Martîn Grîffîths roja Çarşemê bi daxuyaniyekê ragihand ku divê alîkarî rojane bi 100 qemyonî be û bi rengekî ewle were kirin.
Ji 9'ê Cotmehê û vir ve Gazze di bin dorpêçiya Îsraîlê de ye, ku nêzî 2.4 milyon şêniyên Gazzeyê ji elektrîkê bêpar hatine xistin. Her wiha pirsgirêka av û xurekê jî heye.
KOMKUJIYA LI NEXWEŞXANEYÊ
Bîlançoya şerê navbera Hamas û Îsraîlê jî giran dibe ku 7'ê Cotmehê bi êrîşa Hamasê destpê kir. Bombekirina Nexweşxaneya El Ahlî ya 17'ê Cotmehê bû sedema nerazîbûneke mezin. Li gorî rayedarên Fîlîstînî derdora 500 kes hatin kuştin. Fîlîstîniyan diyar kirin ku êrîş ji aliyê Îsraîlê ve hatiye kirin, Îsraîlê jî red kir û Cîhada Îslamî berpirsyar nîşan da. Îsraîlê her wiha hin dîmenên ku îdîa dikir belgeyê êrîşê ne, weşand.
Serokê DYE'yê Joe Biden ku serdana Tel Avîvê kir, roja Çarşemê daxuyaniyek da û diyar kir ku li gorî daneyên tîma wî nîşan dane Îsraîl têkildarî êrîşa li ser nexweşxaneyê paqij e.
NETEWEYÊN YEKBÛYÎ VETO KIR
Di vê navberê de Brezîlyayê pêşnûme biryarek pêşkêşî Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî kir ku tê de xwest 'navbereke mirovî' ji şerê navbera Hamas û Îsraîlê re bê dayin. Lê belê DYE'yê bi hinceta ku di metnê de qala 'mafê xweparastinê' yê Îsraîlê nehatiye kirin rexne û veto kir.
LI GAZZEYÊ NÊZÎ 3 HEZAR Û 500 KES MIRIN
Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya ser bi Hamasê ku roja Çarşemê kir, di êrîşên Îsraîlê yên li ser Gazzeyê de nêzî 3 hezar û 500 kes mirin, 12 hezar kes jî birîndar bûn. Li aliyê Îsraîlê jî zêdeyî 1.400 kes mirin ku 286 ji wan leşker in.
ÎSRAÎL: DIBE KU ŞER BI MEHAN DEWAM BIKE
Li gorî nûçeya Tîmes of Îsrael jî, Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Benny Gantz roja Çarşemê daxuyaniyek da û diyar kir ku şerê navbera Îsraîl û Hamasê dibe ku bi mehan dewam bike.
Wezîr got, "Wê demeke dirêj dewam bike. Jinûve avakirin jî dibe ku bi salan dewam bike. Lê belê dema jinûve avakirin pêk hat, em ê hingî bigihêjin serketinê."
Wezîr got, "Armanca me ne tenê têkbirina Hamasê ye. Em soz didin ku başûr ji sedî sed bikin mîna bihuştê."