Şerê Îsraîl-Gazzeyê di roja 15’emîn de ye: Alîkariyên mirovî derbas bûn
Di roja 15’emîn a şerê Îsraîl û Hamasê de, alîkariyên mirovî ketin Gazzeyê. Bîlançoya şer jî her roja ku derbas dibe, girantir dibe.
Di roja 15’emîn a şerê Îsraîl û Hamasê de, alîkariyên mirovî ketin Gazzeyê. Bîlançoya şer jî her roja ku derbas dibe, girantir dibe.
Hat ragihandin ku ji Misirê ber bi Gazzeyê ve alîkariyên mirovî hatin şandin. Televîzyona dewletê ya Misirê di roja 15’emîn a şerê Îsraîl û Hamasê de dîmenên çend kamyonên ku ji deriyê sînor derbas bûn, parve kir.
Li gorî nûçeya Reûtersê berpirsyarê ofîsa medyaya Hamasê got ku tê payîn, herî kêm 20 kamyonên ewil ên bi alîkariyan tejî, îro derbas bibin.
ZÊDEYÎ 5 HEZAR Û 500 MIRÎ
Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê ya li Gazzeyê, di êrîşên artêşa Îsraîlê ya li ser Gazzeyê de ku 7’ê Cotmehê li ser didomin, 4 hezar û 137 Filîstiyan jiyana xwe ji dest dan ku piraniya wan sivîl bûn. Zêdeyî 13 hezar û 100 kes jî birîndar in.
Li aliyê din 2 Emerîkiyên ku ji aliyê Hamasê ve hatin berdan, şeva Îniyê gihiştn Îsraîlê.
ÎSRAÎLÊ BANG LI WELATIYÊN LI MISIR Û URDUNÊ KIR
Îsraîlê “ji ber xwepêşandanên li dijî Îsraîlê” bang li welatiyên xwe yên li Misir û Urdunê kir ku di demekî herî kurt de van welatan biterikînin. Îsraîlê bang li welatiyên xwe yên li Tirkiyeyê jî kiribû ku di demekî herî kurt de vî welatî biterikînin.
LI MISIRÊ KONFERANSA ‘AŞTIYÊ’
Misir vê roja Şemiyê ji bo “Lûtkeya Aştiyê” lîder û nûnerên welatên Ereb û Rojavayî pêşwazî dike. Serokê NY’ê Antonîo Gûterres û lîderên Ewropayî Charles Michel û Josep Borrell jî dê di nava Lûtkeya Aştiyê de amade bin.
Qralê Urdunê Abdullah II û Serokê Rêveberiya Filîstînê Mahmûd Abbas û ji Fransa, Îngilistan û Elmanyayê serokên dîplomasiyê jî wê beşdarî lûtkeyê bibin. Lûtke wê li Paytexta Nû ya li taxên derve ya Qahîreyê were lidarxistin.