Li Kongoyê koma girêdayî DAÎŞ’ê herî kêm 20 sivîl qetil kirin
Hêzên Demokratîk ên Muttefîk (ADF) a girêdayî DAÎŞ’ê li rojhilatê Komara Kongoyê ya Demokratîk êrîşî sivîlan kir û herî kêm 20 sivîl hatin qetilkirin.
Hêzên Demokratîk ên Muttefîk (ADF) a girêdayî DAÎŞ’ê li rojhilatê Komara Kongoyê ya Demokratîk êrîşî sivîlan kir û herî kêm 20 sivîl hatin qetilkirin.
Hat ragihandin ku êrîş li derdora bajarokê Oîcha yê li herêma Benî ya li bakurê eyaleta Kîvûya Bakur pêk hat.
Şaredarê bajarok Nîcolas Kîkûkû bi telefonê daxuyanî da AFP’ê û got: “Heta niha 20 cenazeyên me hene.”
Raportorê civaka sivîl a herêma Beniyê Darîûs Syaîra jî got: “Me 26 cenaze li Morgayê hiştin.” Syaîra diyar kir ku piraniya qurbaniyan ku 12 ji wan zarok bûn, bi kêrê hatine kuştin.
ADF ku eslê xwe ji Ûgandayê ye û piraniya wan Misilman in, ji salên 1990’an û vir ve li rojhilatê Komara Kongoyê ya Demokratîk cih digire û bi kuştina bi hezaran sivîlan tê sûcdarkirin.
Vê komê destpêkê tevgerên muxalîf dianî ba hev, lê sala 2017’an girêdayî DAÎŞ’ê bû.