Îsraîl bi şev bi tankan kete nava Xezeyê
Artêşa Îsraîlê ragihand ku doh bi şev ji bo 'operasyonên diyarkirî' bi tankan ketiye nava bakurê Xezeyê.
Artêşa Îsraîlê ragihand ku doh bi şev ji bo 'operasyonên diyarkirî' bi tankan ketiye nava bakurê Xezeyê.
Şerê Îsraîl û Hamasê 20 roj in dewam dike. Artêşa Îsraîlê ragihand ku doh bi şev ji bo 'operasyonên diyarkirî' bi tankan ketiye nava bakurê Şerîda Xezeyê.
Di daxuyaniya nivîskî ya berdevkê artêşê de hate ragihandin ku leşker piştî operasyonê 'ji qadê çûne'.
Serokwezîrê Îsraîlê Bunyamîn Netanyahû êvara Çarşemê daxuyaniyek da û diyar kir ku ji bo operasyoneke li dijî Hamasê ya li Şerîda Xezeyê amadekarî têne kirin.
Îsraîl ji 7'ê Cotmehê dema destpêkirina êrîşa Hamasê û vir ve dibêje, wê operasyoneke bejahî pêk bîne. Lê belê heta niha timî hate taloqkirin. Bombardûmana li ser Xezeyê jî bênavber dewam dike.
Li gorî rayedaran, di êrîşa Hamasê de li Îsraîlê zêdeyî 1.400 kes hatin kuştin.
Şerîda Xezeyê ku ji sala 2007'an û vir ve di bin kontrola Hamasê de ye, piştî êrîşê ji aliyê Îsraîlê ve bi temamî hate dorpêçkirin. Herêm ji av, xurek û elektrîkê bêpar hatiye hiştin.
Di bîlançoya dawî ya Hamasê de jî ku roja Çarşemê parve kir, di nava 19 rojan de di encama bombardûmana Îsraîlê de zêdeyî 6 hezar û 500 kes hatin kuştin.
ÎSRAÎLÊ BOMBE LI LUBNANÊ JÎ BARAND
Artêşa Îsraîlê her wiha ragihand ku weke bersiva li êrîşeke bi fuzeyan wan êrîşek birine ser Lubnanê. Li gorî artêşa Îsraîlê, ji Lubnanê fuzeyek hatiye avêtin û balafirên şer jî bersiv dane vê êrîşê.
Ji 7'ê Cotmehê û vir ve li sînorê başûr ê Lubnanê di navbera Hîzbûllah a Lubnanê û hêzên Îsraîlê de her roj şer diqewime.
Li gorî AFP'ê li aliyê Lubnanê çar sivîl, 39 şervanên Hîzbûllahê û 9 ji rêxistinên ser bi Hîzbûllahê bi giştî 52 kes hatin kuştin. Roja Çarşemê jî Hîzbûllahê ragihandibû ku du endamên wan hatine kuştin.