Bi fuzeyan êrîş li baregeha Emerîkî ya li Bexdayê hate kirin
Bi fuzeyan êrîş li baregeha leşkerî ya Emerîkî hate kirin ku li nêzî balafirgeha paytexta Iraq Bexdayê ye.
Bi fuzeyan êrîş li baregeha leşkerî ya Emerîkî hate kirin ku li nêzî balafirgeha paytexta Iraq Bexdayê ye.
Ji şerê Îsraîl-Hamasê û vir ve ku 7'ê Cotmehê destpê kir, li hemberî baregehên Emerîka û Koalîsyona Navneteweyî yên li Iraqê êrîş zêde bûne.
Li gorî medya Iraqê, li hemberî baregeha leşkerî ya Emerîkî ya li nêzî balafirgeha Bexdayê sibeha Înê bi fuzeyan êrîş hate kirin. Hate ragihandin ku yek ji fuzeyan li derdora baregehê ketiye, yên din jî bi sîstema parastinê hatine bêbandorkirin.
Li gorî çavkaniyên ewlekariyê roja Pêncşemê li nava baregeha hewayî ya Ayn El Esad teqînek çêbû ku yekîneyên Emerîkî û navneteweyî lê ne. Hate ragihandin ku teqîn piştî êrîşa bi roketan rû da. Baregeha hewayî ya Ayn El Esad li wîlayeta Anbarê ye.
Heman rojê li bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê jî bi droneyê êrîş li baregeha leşkerî ya Emerîkî hatibû kirin.