Bîlançoya 14 rojan a Xezeyê: Herî kêm 4 hezar û 137 kes mirin
Wezareta Tenduristiyê ya hikûmeta Hamasê ragihand ku ji 7ê Cotmehê ve herî kêm 4 hezar û 137 Filistînî ji ber bomberdûmanên Îsraîlê jiyana xwe ji dest dane.
Wezareta Tenduristiyê ya hikûmeta Hamasê ragihand ku ji 7ê Cotmehê ve herî kêm 4 hezar û 137 Filistînî ji ber bomberdûmanên Îsraîlê jiyana xwe ji dest dane.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê, ji 7ê Cotmehê ve herî kêm 4 hezar û 137 Filistînî ji ber bomberdûmanên Îsraîlê jiyana xwe ji dest dane.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku 13 hezar û 162 kes birîndar bûne. Hemasê ragihand ku di nav miriyan de 16 kesên ku li bajarê Xezeyê li dêra Ortodoks a Yewnan ya Azîz Porfiriyê hatibûn kuştin hene.
Li gorî şahidan, di êrişa hewayî ya şeva Pênçşemê de nuqteyeke li nêzî dêra ku gelek şêniyên Xezayê lê stirîne, bûye hedef. Di encama bombebaranê de dêra dîrokî zirar dît.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê di nava 14 rojan de li Xezzeyê 46 personelên tenduristiyê mirin û 85 jî birîndar bûn.
Ji aliyê din ve Filistîniyên li Xezzeyê hê jî li benda alîkariyên mirovî ne ku ji Misrê ji deriyê sînorî yê Refahê derbasî Xezeyê bibin.
Li eniya Îsraîlê jî zêdetirî 1400 kes mirin ku piraniya wan sivîl bûn. Îsraîl ragihandibû ku wan cenazeyên 1500 şervanên Hamasê ku di 7ê Cotmehê de derbasî nav axa wan bûne, dîtine.