Baregeha Eyn el Esad a DYE'yê careke din bû hedefa êrîşê

Baregeha Eyn el Esad a Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ya li bajarê Enbarê bi 3 fuzeyan bû hedefa êrîşekê.

Ji destpêkirina şerê navbera Fîlîstîn û Îsraîlê û vir ve êrîşên li ser baregehên DYE'yê yên li Iraq û Sûriyeyê dewam dikin.

Beriya niha bi demeke kurt, bi 3 fuzeyan êrîş li baregeha Eyn el Esad a li bajarê Enbarê hate kirin. Têkildarî encamên êrîşê agahî bi dest neketin.

Di nava du rojên derbasbûyî de jî du caran bi balafirên bêmirov ên bombebarkirî êrîş li ser bargeha Eyn el Esad hate kirin.

Pentagonê ragihandibû ku xebatkarekî sivîl ê hêzên koalîsyonê piştî êrîşê krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da. Piştî êrîşê Wezîrê Parastinê yê Iraqê Sabîr Mûhammed Abbas 20'3e Cotmehê serdana baregehê kiribû.