Hat îdiakirin derhênerê Îranî Mehrcûyî ji aliyê baxçevanê xwe ve hatiye kuştin

Hat îdiakirin ku derhênerê Îranî Daryûş Mehrcûyî ji aliyê baxçevanê xwe yê berê ve hatiye kuştin

Derhênerê sînemayê yê Îranî Daryûş Mehrcûyî roja 15’ê Cotmehê ji ber nakokiyeke aborî ligel hevjîna xwe ji aliyê baxçevanê xwe yê berê ve bi kêran hatin kuştin.

Serokê dezgeha dadwerî ya bajarê Elborzê yê Tehranê Husên Fazelî Herîkendî îdia kir: Gumanbarê serekî li vila birêz Mehrcûyî karê bexçevaniyê dikir û ji ber mijarên darayî kîn ji wî girtibû.”

Li gorî berpirsê dadwerî, derhêner Mehrcûyî 300 milyon riyal (nêzîkî 600 euro) deyndarê karmendê xwe yê berê ye.

Hat ragihandin ku Daryûş Mehrcûyî yek ji pêşengên sînemaya Îranê di 83 saliya xwe de tevî hevjîna xwe ya 54 salî Vahîdeh Muhemmedîfa li mala xwe ya li bajarê Kerec ê rojavayê paytexta Îranê bi kêran hatin kuştin. Kuştina Mehrcûyî li welat û li qada navneteweyî deng veda.

Li gor lêpirsînê bi tevahî 4 kes tev li cînayetê bûne, êrîşkar ketine vîlayê û baxçevanê berê dema ku Daryûş Mehrcûyî televîzyonê temaşe dikir, kêr li stûyê wî xistiye. Li gorî dezgeha dadweriya Îranê, senarîst Vahîdeh Muhammedîfa di odeya razana xwe de hatiye kuştin.

Di nava wan de Cefer Penahî û Mihemed Resûlof jî hebûn gelek fîlmçêkerên Îranî û nivîskarê Dîroka Çêlekan a 1969 de hatiye çapkirin beşdarî merasima sersaxiya Mehrcûyî û hevjîna wî ya ku di 18’ê Cotmehê de li Tehranê hat lidarxistin, bûn.

Di heman rojê de, Wezîrê Karên Navxweyî Ehmed Vahîdî got ku di navbera vê kuştinê û cînayetên ronakbîrên muxalefetê yên ku di sala 1998’an de veşartî hatine kirin de tu “têkilî” tune ye.