Roja 19'an a şerê Îsraîl-Hamasê: Bombardûman dewamdike, 80 kes mirin

Artêşa Îsraîlê şeva derbasbûyî jî bombardûmaneke giran li Xezeyê kir. Li gorî Hamasê herî kêm 80 kes mirin. Li Lubnanê jî alozî mezin dibe.

Şerê navbera Îsraîl û Hamasê ku 7'ê Cotmehê bi êrîşa Hamasê ya li ser Îsraîlê destpê kir di roja 19'an de bi bombardûmana giran û krîza mezin a mirovî dewam dike.

DI BOMBARDÛMANA DOH BI ŞEV DE 80 KES MIRIN, BI SEDAN KES BIRÎNDAR BÛN

Li gorî nûçeya AFP'ê hikumeta Hamasê diyar kir ku Îsraîlê şeva Sêşemê gelek herêmên Şerîda Xezeyê bombe kir. Di êrîşan de herî kêm 80 kes hatin kuştin.

Di daxuyaniya ofîsa medyayê ya hikumeta Fîlîstînê de hate ragihandin ku bi sedan kes jî birîndar bûn.

DI 19 ROJAN DE NÊZÎ 6 HEZAR KES HATIN KUŞTIN

Li gorî bîlançoya dawî ya ku Hamasê Sêşemê eşkere kir, piraniya wan sivîl 5 hezar û 791 kes hatin kuştin ku zêdeyî 2 hezar û 300 ji wan zarok bûn. Bîlanço her saet giran dibe.

NÊZÎ 40 ENDAMÊN HÎZBÛLLAHÊ HATIN KUŞTIN

Li aliyê Lubnanê jî rageşiya navbera Îsraîl û Hîzbûllahê giran dibe. Li gorî malpera L'Orîent le Joûr li Başûrê Lubnanê nêzî 40 endamên Hîzbûllahê hatin kuştin.

LÎDERÊ HÎZBÛLLAHÊ BI HAMAS Û CÎHADA ÎSLAMÎ RE HEVDÎTIN KIR

Li gorî nûçeya El Manar ku qenala Hîzbûllahê ye, lîderê Hîzbûllahê Hasan Nasrallah bi lîderên Hamasê û Cîhada Îslamî ya Fîlîstînê re hevdîtin kir û rêyên 'serketina rasteqîn a berxwedana li Xezeyê nirxand.

Li gorî El Manarê alîkarê lîderê Hamasê Hasan Nasrallah, Salîh el Arûrî û lîderê Cîhada Îslamî Ziyad el Nahala li hev rûniştin.

NAKOKIYA NAVBERA ARTÊŞA ÎSRAÎLÊ Û HIKUMETÊ

Li aliyê din artêşa Îsraîlê amadekariyê ji bo perasyona bejahî dike û li benda destûra parlamentê ye.

Lê belê tê gotin, hikumet û rayedarên artêşê yên payebilind li ser planên destwerdanê û biryarên bêne wergirtin ji hev cuda difikirin.

Tê gotin, lîderên leşkerî ji bêkêrbûyîna endamên rêveberiyê yên rastgiriya tund ên mîna şefê ewlekariya neteweyî Îtamar Ben-Gvîr aciz in.

Artêşa Îsraîlê 'neserketiya' xwe ya di dema êrîşa Hamasê de ya 7'ê Cotmehê qebûl dike û hêvî dike ku bi operasyoneke bejahî îmaja xwe ya berê jinûve bi dest bixe.

LI XEZEYÊ PIRSGIRÊKA AVÊ

Ji ber dorpêçiya Îsraîlê û bombardûmê li Şerîda Xezeyê krîza mirovî jî giran dibe.

Di du hefteyên dawî de li herêma ku nifûsa xwe 2 milyon kes e û ji aliyê Îsraîlê ve hatiye dorpêçkirin pirsgirêke girna a avê heye.