Li Yemenê Bahoz: Herî kêm 2 kes mirin, 10 hezar kes ji cihên xwe bûn
Li başûrê rojavayê Yemenê bahozeke tropîkal çêbû û bû sedema mirina 2 kesan û zirareke mezin. Nêzî 10 hezar kes jî ji cihên xwe bûn.
Li başûrê rojavayê Yemenê bahozeke tropîkal çêbû û bû sedema mirina 2 kesan û zirareke mezin. Nêzî 10 hezar kes jî ji cihên xwe bûn.
Bahozê di şeva Duşemê de li wîlayeta El Mahra ya li ser sînorê Ûmmanê xist.
Li gorî rayedaran qutbûna peywendiyan ji bo xebatên rizgarkirina welêt bû asteng.
Li gorî ajansa nûçeyan a fermî ya Sabayê, li herêmên Al-Ghaydad û Haswaînê herî kêm du kesan jiyana xwe ji dest dan, 150 hezar kes birîndar bûn û nêzî 10 hezar kes jî ji cihên xwe bûn.
Bahozê rê û wesayît di bin avê de hiştin. Sûbayekê paye bilind ê artêşa li herêmê Tuggeneral Hakim al-Mûtaîrî roja Çarşemê daxuyanî da AFP’ê û got: “Ba û baran hinekê sivik bû, lê rê û peywendî hîna tune ye.”