Li Sûdanê hejmara kesên birçî dimînin du qat zêde bûye

WHO û UNICEF'ê ragihand ku li Sûdanê ku şerê di navbera generalan de ev 6 mehên dawîn welat ber bi kaosê ve biriye, hejmara malbatên birçî dimînin di nava salekê de du qat zêde bûye.

Bêtirî nîvê nifûsa Sûdanê ji bo bijî, hewceyî alikariya mirovî ye. Pêvçûnên ku li welêt krîza tenduristiyê kûrtir dike, bû sedema mirina zêdetirî 9 hezar kesan û bi milyonan kes jî koçber an penaber bûn.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) û Fona Alîkariyê ji bo Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) bi daxuyaniyeke hevpar diyarkirin ku hejmara malbatên birçî dimînin, di nava salekê de hema hema du qat zêde bûye û wiha gotin: “700 hezar zarok bi pirsgirêka kêmxwarinê re rûbirû ne û 100 hezar zarok jî hewceyî dermankirina jiyanî ne.”

Li gorî Neteweyên Yekbûyî, zêdetirî ji sedî 42’ê nifûsa welêt, ango zêdetirî 20,3 mîlyon kes bi bêewlehiya xwarinê re rûbirû ne.

Ji 15’ê Nîsanê û vir ve di navbera artêşa girêdayî General Abdûl Fettah El Bûrhan û Hêzên Piştgiriya Bilez (HDK) ya General Mûhammed Hamdan de, şerê desthilatdariyê diqewime ku welat ber bi kaosê ve dibe.

WHO û UNICEF ragihand ku bi milyonan zarok bi nexweşiyên curbecur re rû bi rû dimînin û ji ber êrîş û pêvçûnan pergala tenduristiyê ziyaneke mezin dîtiye.

Li gorî daxuyaniyê, tesîsên tenduristiyê hatine dagirkirin û talankirin. Nêzî ji sedî 70 nexweşxaneyên li herêmên ku ji pêvçûnê bandor dibin, nikarin xizmetê bidin.