Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê: Di êrîşa li ser nexweşxaneyê de herî kêm 471 kes mirin

Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê ragihand ku di êrîşa li ser nexweşxaneyê de herî kêm 471 kes mirin.

Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniya dayî de, ragihand ku di êrîşa ku 17’ê Cotmehê li ser nexweşxaneya El ehli ya li Gazzeyê pêk hatî de, herî kêm 471 kes mirin.

Heman çavkaniyê di daxuyaniya şeva Sêşemê dayî de, diyar kiribû ku herî kêm 200 kes mirine.

Hamasê got ku êrîş ji aliyê Îsraîlê ve hate kirin. Îsraîl jî ji êrîşê Cîhada Îslamî ya ku tifaqê Hamasê re berpirsyar nîşan da. Cîhada Îslamî jî berpirsyarî red kir.

Li gorî bîlançoya nû ya Wezareta Tenduristiyê ya Filîstînê roja Çarşemê dayî, di êrîşên Îsraîlê yên li ser Gazzeyê de herî kêm 3 hezar û 478 Filîstînî mirine û 12 hezar kes birîndar bûne.

Tê diyarkirin ku li Îsraîlê jî zêdeyî 1.400 kes mirine ku piraniya wan sivîl in.