Di bombebarana bi şev a Îsraîlê de herî kêm 60 kesan jiyana xwe ji dest dan
Hat ragihandin ku Îsraîlê bi şev Şerîda Gazzeyê daye ber bombeyan û ji ber bombardûmanê herî kêm 60 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Hat ragihandin ku Îsraîlê bi şev Şerîda Gazzeyê daye ber bombeyan û ji ber bombardûmanê herî kêm 60 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Hat ragihandin ku Îsraîlê êrîş biriye ser avahiyên wargeha Filistîniyan a li Cîbaliyeyê û ji ber êrîşan 30 kesan jiyana xwe ji dest dane. Ev bîlanço li gor rayedarên Hamasê ji aliyê El Cezîrê ve hat dayîn.
Midûrê nexweşxaneya Endonezyayê ya li bakurê Gazzeyê daxuyanî da El Cezîreyê û got: "Derman û alavên tibî bi dest nakevin."
Cîbaliye kampek e ku gelek penaber lê dimînin. Sê dibistanên saziya alîkariyê UNRWA ya Neteweyên Yekbûyî li Cîbaliyeyê ne û ji van dibistanan hin jê ji bo malbatên penaber tên bikaranîn.
Hikumeta Hamasê daxuyanî da û got, bi şev ji ber bombebaranê herî kêm 60 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dane. Buroya çapemeniyê ya Hamasê diyar kir ku li Cîbaliyeyê ji ber êrîşan di malekê de 17 kesan jiyana xwe ji dest dane.