Li gorî Hamasê hejmara miriyan bû 5 hezar û 791
Wezareta Tenduristiyê ya hikûmeta Hamasê ragihand ku di bombebaranên Îsraîlê de 5 hezar û 791 kes mirine.
Wezareta Tenduristiyê ya hikûmeta Hamasê ragihand ku di bombebaranên Îsraîlê de 5 hezar û 791 kes mirine.
Wezareta Tenduristiyê roja Sêşemê daxuyanî da û ragihand ku ji 7’ê Cotmehê û vir ve di êrîşên li ser Xezayê de 5 hezar û 791 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Wezareta Tenduristiyê diyar kir ku ji miriyan 2 hezar û 360 zarok in û 16 hezar 297 kes birîndar bûne.
MACRON, LI DIJÎ HAMASÊ KOALÎSYONA NAVNETEWEYÎ PÊŞNIYAR KIR
Li aliyê din Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron serdana Îsraîlê kir û pêşniyar kir ku Koalîsyona Navneteweyî ya ku li dijî DAÎŞ’ê hatî avakirin, bila li dijî Hamasê jî şer bike.
Macron piştî hevdîtin bi Serokwezîrê Îsraîlê Bunyamin Netanyahû re kir, peyama “piştevaniyê” ji bo Îsraîlê da.
Macron bang kir ku pêvajoya siyasî bila cardin bi Fîlîstîniyan re were destpêkirn.
Tê payîn ku di nava rojê de Macron li Ramallahê bi Serokê Rêveberiya Fîlîstînê Mahmûd Abbas re jî hevdîtinê bike.