CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Îran wê tazmînatê bide malbatên ku bûne qurbanê Boîngê
Îranê ragihand ku ew ê tazmînatê bidin malbatên wan kesan ku di balafira Boîngê de mirin û Îranê gotibû wan ''bi şaşîtî'' lê daye. Ukraynayê jî ji bo ku lêpirsîn hê bidawî nebûye helwest nîşan da. -
NY wê ji bo agirbesta li Lîbyayê çavdêrên navneteweyî bişîne
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Gûterres diyar kir ku ji bo şopandina agirbesta li Lîbyayê wê çavdêran bişîne. -
Di teqîna li Balefirxaneya Adenê de 26 kes mirin
Di teqîna li Balefirxaneya Adenê de, herî kêm 26 kesan jiyana xwe ji dest da. -
Li bajarek nêzî Osloyê hezîna axê: 20 kes windabûne
Li bajarek ku dikeve bakûrê Oslo ya paytexta Norweçê hezîna axê çêbû, 20 kes windabûne û 10 kes jî bi bîrîndarî hatine rizgarkirin. -
Rêveberiya Bakuyê Ermeniyan bi 'terorê' sûcdar dike
Azerbaycan Ermenên li Fransayê ku ji bo berevaniya li welatê xwe çûne Ermenîstanê şer kirine, bi ''terorê'' sûcdar dike. -
Li Nîjeryayê gelek leşker û milîs hatin kuştin
Li Nîjeryayê di êrişên çeteyên Boko Haram de leşker jî di nav de zêdeyî deh wezîfedarên ewlekariyê jiyana xwe ji dest dan. -
Di erdheja li Hirvatistanê de 5 kes mirin
Di erdheja bi pileya 6.4 a li Hirvatistanê pêk hatî de 1 jê zarok 5 kes mirin. -
RSF: Di sala 2020’an de kêmanî 50 rojnameger hatin kuştin
Li gorî rapora Rojnamegerên Sînornenas di sala 2020’an de herî kêm 50 rojnameger ji ber pîşeya xwe hatine kuştin. Di nava 10 salên dawîn de jî li temamî dinyayê herî kêm 937 rojnameger hatine kuştin. -
Li Sûdanê derbarê paramîlîterên êşkencekar biryara girtinê
Serdozgerê Sûdanê derbarê gelek berpirsên paramîlîterên ku li Hartûmê kesên sivîl revandibû û êşkence li wan kiribû biryara girtinê da. -
Brexît wê çi biguherîne?
Bi peymana Brexîtê re ya navbera Brîtanya û Yekîtiya Ewropayê hate mohrkirin, her du aliyan ji bo welatiyên xwe û koçberan hin pîvan xistin meriyetê. -
Tecrîd li Pertê hate şermezarkirin
Li bajarê Pert ê Awûstralyayê, di çarçoveya pêngava "Dema azadiyê" de bi balafirê pankarta bi nivîsa "Azadî ji Ocalan re" hate hildan. -
Li Japonyayê wekheviya jin-mêr: Armancên xumamî
Li Japonyayê ku di mijara wekheviya jin-mêr de yek ji welatên herî paşmayî ye, projeya têkildarî cihgirtina jinan li asta rêveberiyê, hate taloqkirin. -
Hikumeta Efgan medya li rayedarên herêmî qedexe kir
Hikumeta Efgan qedexe kir ku berdevkên meclîsên bajaran agahiyan bidin medyayê. -
Amadekariya ji bo civîna bilind a Kendavê
Beriya civîna salane ya Konseya Hevkariya Kendavê ku tê payin 5'ê Çileyê li Riyadê pêk were, li Qûweytê civîna amadekariyê hate lidarxistin. -
Li bakurê Tehranê aşût: Cenazeyên 11 çiyageran hatin dîtin
Li bakurê paytexta Îran Tehranê, cenazeyên 11 çiyagerên ku ji ber aşûtê jiyana xwe ji dest dan hatin dîtin. -
Çîn wê sala 2028'an ji DYE'yê bibihure
Li gorî rapora Navenda Lêkolîna Kar û Aboriyê, Çîn wê di sala 2028'an de bibe hêza herî mezin a aboriyê ya cîhanê û ji DYE'yê bibihure. -
DYE dixwaze bi Brîtanya û YE têkiliyên xwe bihêz bikin
DYE piştî Brexîtê ragihand ku dixwaze hem li gel YE û hem jî Brîtanya têkiliyên xwe bihêz bike. -
Li Elmanyayê tenê serokê Partiya Çepgir serkeftî ye
Piştî lihevkirina Partiya Çepgir, Keskan, SPD û CDU, performansa Bodo Ramelow ku binê vê salê dîsa li Eyaleta Thurîngenê li kursiyê seroktiyê rûniştî, serkeftî tê dîtin. -
Li Etiyopya ku şer dom dike, dema hilbijartinê diyar bû
Di demekê de ku şer li Tîgray a dikeve herêma Bakurê Etiyopya dom dike de, Desteya Hilbijartina Bilind ragihand ku wê 5’ê Hezîrana 2021’ê hilbijartina giştî bê kirin. -
Li Nashvîlleyê teqîn: 3 kes birîndar bûn
Di teqîna li bajarê Nashvîlle ya girêdayî parêzgeha Tenessee ya DYE’yê de, 3 kes birîndar bûne. -
Li Efrîka Navîn rewşa nediyar a agirbestê
Li Komara Efrîkayê ya Navîn ku beriya hilbijartinên roja Yekşemê şerê navxweyî ji nû ve lê rû da, tevî ku komên serhildêr agirbest ragihandibin jî hîn encameke berbiçav nehatiye bidestxistin. -
'Ji bo Skoçyayê dema serxwebûnê ye'
Piştî peymana bazirganiyê ya navbera Yekîtiya Ewropayê û Qraliyeta Yekbûyî, nêrîna li ser mafê diyarkirina çarenûsa xwe ya Skoçyayê û cihgirtina wê ya li nava Yekîtiya Ewropayê, xurt dibe. -
YE û Îngîltereyê li hev kirin
YE û Îngîltereyê li ser peymana bazirganiyê ya piştî Brexîtê li hev kirin. -
Navdaran ji bo Guven name ji Wezareta Karên Derve ya Îngilistanê re nivîsîn
Nivîskar Noam Chomsky û lîderê berê yê Partiya Karker Jeremy Corbyn jî di nav de komek ji rewşenbîr û siyasetmedaran ji bo Hevseroka KCD'ê Leyla Guven nameyek ji Wezîrê Karên Derve yê Îngilistanê re nivîsîn û jê xwestin, ji bo berdana Guven gavê biavêje. -
Efrîka Navîn tevlîhev dibe: Serhildêr bi pêş ve diçin
Rûsyayê roja Sêşemê bi daxuyaniyekê ragihand ku li ser daxwaza Komara Efrîka Navîn wan 300 leşkerên xwe şandine herêmê. Komên serhildêr jî bajarekî din bi dest xistin.