Li bakurê Tehranê aşût: Cenazeyên 11 çiyageran hatin dîtin

Li bakurê paytexta Îran Tehranê, cenazeyên 11 çiyagerên ku ji ber aşûtê jiyana xwe ji dest dan hatin dîtin.

Heyva Sor a Îranê li ser Twîtterê daxuyaniyek da û diyar kir ku di encama lêgerîna ji sê rojan cenazeyên 11 çiyageran hatin dîtin.

Bûyer roja Înê li çiyayên Darabadê qewimî. Tîmên rizgarkirinê cenazeyên 8 çiyageran roja Şemiyê dîtibûn. Roja Yekşemê jî bi helîkopterekê karê lêgerînê dewam kir û kesekî birîndar hate dîtin. Çiyagerê birîndar li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Piştre jî cenazeyên du çiyagerên din jî hatin dîtin.

Heyva Sor diyar kir ku di encama karê lêgerîn û rizgarkirinê de 14 çiyager hatin rizgarkirin.

Tehran li quntara rêze çiyayên Elbûrzê ye ku ji bakurrojava ber bi bakurrojhilat ve bi 900 kîlometreyî dirêj e.