Li Nashvîlleyê teqîn: 3 kes birîndar bûn

Di teqîna li bajarê Nashvîlle ya girêdayî parêzgeha Tenessee ya DYE’yê de, 3 kes birîndar bûne.

Li bajarê Nashvîlle ya DYE’yê di seat 06:30’an de bi wesayîtekê teqînek pêk hat. Çavkaniyên ji polîsan diyar kirin ku teqîn bi zanebûn hatiye kirin û diyar kir ku 3 kes bi sivikî birîndar bûne.

Avahiyên derdor ji ber teqînê ziyan dîtin û wesayîtên li derdor jî bi temamî rûxiyane.

Ji aliyê polîsan ve hate diyarkirin ku du wesayîtên di navbera wan de teqîn çêbûyî şewitîne.

Ji aliyê tîmên agirkuj ve hate diyar kirin ku 3 kesên bi sivikî birîndar bûyîn rakirine nexweşxaneyê.

Teqîn li bakûrê bajêr çêbûye û herêm ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin.