Li Japonyayê wekheviya jin-mêr: Armancên xumamî

Li Japonyayê ku di mijara wekheviya jin-mêr de yek ji welatên herî paşmayî ye, projeya têkildarî cihgirtina jinan li asta rêveberiyê, hate taloqkirin.

Li gorî raporekê ku sala 2019'an di dema Forûma Aboriyê ya Cîhanê de hate weşandin, Japonya di mijara wekheviya jin-mêr de li nava 153 welatan di rêza 131'ê de bû. Di vê raporê de asta jinan a li şîrket, siyaset û saziyên cemaweriyê hatibû nirxandin.

Li gorî daneyên hikumeta Japonyayê, para jinan a li van qadan tenê ji sedî 14.8 e. Li vê civaka ku bi kevneşopiyên baviksalariyê tê naskirin, pêkhatina armanca ji bo kotaya jinan a ji sedî 30'î, ku sala 2003'an hatibû diyarkirin, gelekî zehmet xuya dike.

Balkêş e ku armanca ji sedî 30'î ya ku ji aliyê Serokwezîr Yoşîhîde Sûga ve hate qebûlkirin, careke din hate taloqkirin. Li gorî plana nû ya hikumetê ku ji bo 5 salan amade kir, tê xwestin ku ev armanc di nava 10 salan de bi cih bê anîn.

Projeya ji bo wekheviya jin û mêr kuk hikumet bi xemsarî tevdigere, bi vî rengî ji bo demeke nediyar ve hate taloqkirin. Lê belê li gorî lêkolînan, civaka Japon hîn bêhtir wekheviya jin û mêr dixwaze û alîgirê wê yekê ye ku ev wekhevî li nava şîrketan, siyasetê û saziyên cemaweriyê bi cih bê anîn.