Îran wê tazmînatê bide malbatên ku bûne qurbanê Boîngê

Îranê ragihand ku ew ê tazmînatê bidin malbatên wan kesan ku di balafira Boîngê de mirin û Îranê gotibû wan ''bi şaşîtî'' lê daye. Ukraynayê jî ji bo ku lêpirsîn hê bidawî nebûye helwest nîşan da.

11'ê Çile ya 2020'an dema ku balafira Boîngê di ser Îranê re diçû bi moşekeke Îranê, ku li gorî Îranê 'bi şaşî' lê ketiye, balafir ketibû erdê. Di balafirê de 85 jê welatiyên Kanadayî an jî li wir diman, 176 rêwî miribûn.

Îranê ragihand lêpirsîna têkilî bûyerê ku ev bi mehan de didome wê rojên pêş ragihîne û got ew ê tazmînatê bidin malbatan. Bi vê çarçoweyê wê serê her malbatê 150 hezar dolar tazmînatê bide.

Lê rêveberiya Ukraynayê xwest ku li benda lêpirsîna derheqê ketine balafirê bimînin, berpirs jî li gorî vê werin darizandin. Berdevkê Karê Derve Oleg Nîkolenko diyar kir hê rapora teknîk negihaye ber destê wan.

Serokkomariya Îranê ya ku biryara tazmînatê ragihandî diyar kir biryara li ser tazmînatê wê nebe asteng ku kesên ji ketina balafirê berpirs neyên darizandin.