Di teqîna li Balefirxaneya Adenê de 26 kes mirin

Di teqîna li Balefirxaneya Adenê de, herî kêm 26 kesan jiyana xwe ji dest da.

Li Balefirxaneya Aden a paytexta Yemen Adenê îro qetînek çêbû, di teqînê de herî kêm 26 kesan jiyana xwe ji dest da, nêzî 50 kes jî birîndar bû.

Teqîn di dema balefir dadiket balefirxaneyê de çêbû. Hate diyarkirin di encama teqînê de ji balefirxaneyê dûmanek mezin û reş bilind bû.

Berdevkê Hikumetê Rajeh Badî bang kir ku di derbarê teqînê de lêpirsînek navneteweyî were kirin.

Hate diyarkirin ku di nava kesên jiyana xwe ji dest dayîn de, sivîl, erkdarên ewlekariyê û berpirsên herêmê jî hene. Her wiha diyar kirin ku ji rayedarên hikumetê windahî nîne.