Li Nîjeryayê gelek leşker û milîs hatin kuştin

Li Nîjeryayê di êrişên çeteyên Boko Haram de leşker jî di nav de zêdeyî deh wezîfedarên ewlekariyê jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî daxuyaniya rayedarên Nîjeryayê, li eyaleta Bornoyê ya li bakurrojhilatê welêt ku li ser sînorê Kamerûnê ye û çeteyên Boko Haram lê çalak in, du êrişên cuda pêk hatin.

Ji berdevkên hêzên milîs ên nêzî hikumetê Babakûra Kolo ragihand ku herî kêm 7 endamên wan di encama teqîna mayineke çeteyên Boko Haram de jiyana xwe ji dest dan. Kolo diyar ki rku di êrişa doh de gelek endamên wan jî birîndar bûn.

Li gorî hin çavkaniyên ku ji AFP'ê re axivîn, di êrişeke din a bi mayinan de ya li sînorê Kamerûnê herî kêm 4 leşkeran jiyana xwe ji dest dan.

Li herêmê ji ber êriş û şerê ku sala 2009'an dest pê kir herî kêm 36 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan.