NY wê ji bo agirbesta li Lîbyayê çavdêrên navneteweyî bişîne

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Gûterres diyar kir ku ji bo şopandina agirbesta li Lîbyayê wê çavdêran bişîne.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo balê bikişîne ser hesasiyeta agirbesta li Lîbyayê ku 10 sal in şerê navxweyî lê diqewime, biryar da ku ji bo şandina heyeteke ji çavdêrên navneteweyî dest bi kar bê kirin.

AFP'ê di nûçeya xwe de ragihand ku Gûterres nameyek ji endamên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî re şandiye û jê xwestiye ku heyeteke çavdêriyê ava bike. Di nameyê de tê xwestin, ku tevî sivîlan her wiha leşkerên teqawîtbûyî yên ji Yekîtiya Ewropayê, Yekîtiya Efrîkayê û Lîga Ereb jî cihê xwe di nava çavdêran de bigirin.

Gûterres di nameyê de ragihand ku aliyên şerê navxweyî hêzên Trablûs û Tobrûkê naxwazin leşkerên biyanî li Lîbyayê hebin û ji endamên Neteweyên Yekbûyî xwest ku li gorî ambargoya çekan a li ser vî welatî tevbigerin.

Agirbesta navbera aliyan meha Cotmehê hatibû ragihandin. Lê belê di serî de leşker û çeteyên dewleta Tirk hîn jî bi deh hezaran hêzên biyanî li vî welatî hene. Di çarçoveya peymana agirbestê de ya 23'ê Cotmehê hate ragihandin, diviyabû ev hêzên biyanî herî dereng heta 90 rojî ji Lîbyayê bên derxistin.

Li gorî Nûnera Taybet a Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Lîbyayê Spephanîe Wîllîams, di destpêka vê mehê de li Lîbyayê hîn jî 20 hezar leşker û çekdarên ji bo pereyan şer dikin hebûn.